Peyvdarê Fermî yê Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û endamê Politburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê rêzdar Ehmed Silêman, di hevpeyvîneke taybet de, ji PUKmedia`yê re rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi awayekî sade û zelal şirove û reve dike.
Di wê hevpeyvîna taybet ya PUKmedia`yê bi rêzdar Ehmed Silêman de, gelek mijarên girîng û cur bi cur li ser rewşa Rêjîma Esed, opozisyona Erebî Sûrî û ya Kurdî, nakokiyên di navbera opozisyona Erebî bixwebixwe û her weha nakokiyên di navbera aliyên Kurdî û rola Desteya Bilind ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê zelalkirin û bi bê dudilî xal bi xal vedike û rastiyên heyî tîne ser ziman.
Her weha Li ser damezrandina Yekîtiya Siyasî ya ku 4 partiyan pêk tê û encamên nerênî li ser ENKS`ê û Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din jî dide xuyakirin.
Li bendê bin, wê di demeke nêz de, di beşa Kurdmancî ya PUKmedia`yê de, bê weşandin.