Herêma Kurdistana Îraqê di rewşeke sext re derbas dibê û rû şane ku destdirêjî yên cûr bi cûr di nav de dilîzin. Nelihevîya hêz û berên kurd naghê wê wateyê ku bibe derfet ji destdirêjîyên çewt û xerab re, bi taybet ji lîstikên (Itîlaatên-Istîxbaratên) Îranê re. bo ya ez wa dibînim:
Tevayî tevluhevî û nakokîyên di navberî Hewlêr û Bexdadê de rolekî Îranê yê sereke li ser heye ji ber gelek sedeman:
1- Metirsîya Îranê ji lihevkirineke Kurdî- Sinîye di terazîya pêkhateyên Îraqê de ku dibe sedema lawazîya Şîe di desthilatdarîya Îraqê de…
2- Hêmenî û Asayîşa Îraqê li dijî bercewendîya Îranê ye û destêwerdana wê li nav de bi hebûna hêzên Emerîka.
3- Lihevkirin û hevkarîya di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka û Ewropa de astengîyan li pêş pirojeya Îranê ya destêwerdana li nava herêmê de peyda dikê.
4- Bi hêzbûna Herêma Kurdistanê û aramîya wê dibe piştgêrîyeke rasteqîne ji perçeyên Kurdistanê yên din re, ku îro tevgera kurdistana Îranê di rewşeke berû li serhildaneke şoreşgerî daye.
Lomajî, Îranê di karê xweyî destêwerdana li nav Îraqê de, beşekî giring ji bo Kurdistanê veqetandî ye ji roja rojda. çi bi peydakirina layengeran ji siyaseta xwe re, yan bi kirrîna mirovên xwefiroş ji bo bercewendîyên kesane, da kanibe yarîyên wêrane li çargoşeyên kurdistanê bixîne rû. û kurdistan bibe cîgehekî ne aram li alîkî, û li alîkî dind bingehîna bihêzkirina binyada kurdistanê hilweşînê, hemjî, bawerîya Emerîka û Ewropajî bi herêmê lawaz bikê, ku herêm ne ê ku pişt pê bête girêdan di pêkanîna pirojeyên demuqrasî di navçeya rojhilata navîn de, û nabe dostekî istîratîcî ji Emerêka û Ewropa re ji ber neyekrêzîya hêzên Kurdistanê.. û li hêlekêjî dide xûyakirin ku ew pêkaneye di hilweşandina Kurdistanê de di her demekî ku bixwaze.
Piştî ew bûyerên li vê paşîyê hatne rû piştî rifrandomê, erkekî nuh hate ser milê hêzên Kurdistanê, erkekî netewî di ser serî bercewendêyên part û kesayetan re ye, ji ber metirsî hatîye ser hebûn û nebûna Kurdistanê û destkeftîyên miletê kurd. ji nameyên serok wezîrê Bexdadê (Heyder El-Ebadî) de xûyaye çi dixwazê di şert û mercên xwe de. dixwaze serwerîya Bexdadê li ser Herêma Kurdistanê bi hêz bike, û ti serwerîyan ji hikumeta herêmê re nehêle. ji wê bîtir, heta mûçeya mûçexuran jî
bixîne bin destê ofîsên hikumeta Bexdadê yên biryare li bajar û bajarokên Kurdistanê damezrîne. her wehajî, hêzên pêşmergan bixîne bin fermandarîya wezareta bergirî ya hikumeta Bexdadê, û desthilatdarîya perlemana Bexdadê li ser perlemana Hewlêrê biçespînê….
Yanî, tê wê wateyê, ku Heyder El-Ebadî hewl didê ku Fîdralîzma herêmê ji naveroka wê ya yasayî û rewayî derxîne bike Fîdralîzma bê naverokeke rewayî, û di siberojê de dikaribe hilweşîne. eve pîlana ku hikumeta Bexdadê li ser kar dikê.
Di rastîyê de, Bexdadê cîbicîkirina rîfrandoma kurdistanê ji bo xwe derfetek dît ku pê pirojeyên xwe yên necadperestî li dijî kurd pêk bîne.. Lê di rastîya xwe de, hewla pêkanîna van pirojeyan ji sala 2014 de dest pê kirîye, belam hikumeta kurdistanê giringî neda wan hewlana ji ber, di xwe de didît ku ew ji wan hewlana bi hêztire bi piştgêrîya navdewletî ji kurdistanê re û bê bawerîya wan bi Bexdadê.
A niha, li beramberî van serhildanên metirsî dar tiştên giring pêwîstin ku destkeftinê kurdistanê biparêzin. çimkî daxwazên xwepêşdaran mafên xelkê yên rewa derbas kirine, û wekî ku mirov xwendineke sîyasî jê re dike, mirov tê dighê ku ew serî Berzanî dixwazin bi daxwaza hilweşandina hikumeta Hewlêrê re û hikumeta Bexdadê jî piştgêre ji wê daxwazê re.
Pirseke rewaye em dikanin bipirsin û diyalogê li ser bikin:
Gelo mimkune îro roj daxwaza dûrxistina Berzanî ji desthilata kurdistanê bi cî bibe?
Ez dibêjim, daxwaza serê Berzanî yanî perçekirina herêma kurdistanê ye, û ew perçekirin yanî hilweşandina Fîdralîzmê ye ji ber gelek sedemên berçav.
Îro roj, herêm di imtîhaneke metirsîdarda ye, û hemî hêz û partîyên Kurdistanê xwedî erkin û berpirsin li beramberî vê rewşê. tenê yekrêzî ew tampona parastina mayîna fîdralîzmê û destkeftîyên kurdistanê ye, û ew di siberojê de şandeya diyalogê bi Bexdadê re bi hêz dikê, û dîsa ewe ê bawerîya dostên kurdan vegerînê wekî berê û bi hêztir, û ewe jî, yê li hember tevayî pîlanên Îranê yên bi kirrêt bisekinê û tevayî pîlanên li dijî Kurdistanê hilweşînê.
EHMED QASIM
20/12/2017