EHMED QASIM: Tenê Yekrêzî çareserîya dozêye 

Share Button
  • احمد قاسمEm di heyama guhertinin mezira derbas dibin. Tiştekî xwe ragirtî tinene li ber van guhertinan. Bi çi şêweyî, bi çi rengîne kes nizanê. lê ev guhertin wek bahozekê xwe li navçeyê girtî, kesek bi yektayî nikenê xwe li ber bigrê.

    Ev guhertin dikevê nava her kesî, dewlet û hêz û partî û civak û her miletekî desthilat û bindest. Lê yên ku kanibin xwe li ber bigrin, û amadekariyên xwe nêzikî guhertinan bikin, ewên yên de demên pêşda wê metiryalin serekîbin di guhertinan de. Bê guman wê guhertin di binyada sazumanin desthilat de xwe biçespînin, û desthilatdarin bi destê zorê cîyên wan di saziyên ji pêra wê tinebin.. li gor xwendina hûrek ji bûyeran re, û rûdawên serpêhatiyan, û nifşên cûr bi cûr ji hêz û raman û eniyên di nava kirîzan de li herêmê, mirov yek tiştî li gora bala meran dikşînê didê ber çavan. Ku wê guhertinin mezin bi destê mezinan rû bidin piştî van filêketin tûnde.

    Bi min Mûsil di dîrokê de wê cîyê navnîşana guhertinan zeft bikê. Tero û navnîşanê “ Daişê “ biruska arpêketina şûnmayên sazumana şerên sarin di dawîya qonaxa dozayina piştî hilweşandina Yeketiya Sovyetê.

    Her rakşandina Rûsyayê niha, ku heyama şerê sar tînê bîra xwe û dixwazê enîyekê li beramberî guhertinan peyda bikê, wê li nebûna dîrokî rast werê, ji ber zanyariyên gelan gihîştîye asteke din ku çarenûsa wan bûye hebûn û nebûna wan, di demekê de, ku teknolocîya têkilîyên miletan li ser astî dunyayê dîwarên dagirkera derbaskirine, û zanyarî di riya enternêtê re ketiye her malekê, û ji wê wêda ketiye nav her destan. Nema idî piropagandin îdyolocî yê xizmeta kolonyalî û zordestî dikê cîyên xwe di mêjîyên însanan de digrê.

    Însanê îro ne wekî yê duhe bi şoreşa zanyarîyê re. Lewra, em wek Kurd, pêwistî me bi yekrêzîya me heye ne bi îdyolocî felsefên xapandinê. Kurd mileteke li ser axa xwe raserî siyasetin necadperest û çewsandinê hatiye, û pergala vî miletî ketîye ber talûkeya tunebûnê careke din di vê heyamê de. Ber ji ber neyekrêziya kurdan û tunebûna hêzin bergirî bû, lê îro bi hebûna hêzin bergir û neyekrêzîya van hêz û saziyên siyasî ji ber bîr û baweriyên cûda.

    Ne xeme, bila bîr û bawerîyên cûda hebin, lê bê nakokiyên li ser çoneyitî birêvabirina kirêzê bi alî bercewendîyên gelê kurd de. Parvekirina hêz û partiyên kurdî bi vî şêweyê metirsîdar, ku her beşek li alîyekî dijdar sekinî, û li ser du enîyên dijberî hev, nameya têkçûna pirsa kurdî didine pêş, û careke din ezmûnên zirarmendiyên mezin tînine bîrê meran, li hersê perçeyên kurdistan ( Sûrî û Îraq û Turkiyê ).

    Dîsa, tekez li ser yekrêzî dibê were kirin, çiku, ” Yekrêzî serketinin mezin bi xwe re tînê “.

    ————– EHMED QASIM __ 20/10/2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...