Ehmed Qasim: Sûrî di pîvana ciyopolotîka Rûsî de û cîyê kurdê Sûrî di wê pîvanê de.
Ciwan Hemo.
Lêkolînvanekî pispore di warê aborî û kurdî de. Macistêr di pêwendiya navdewletî de li zankoya Helebê wergirtiye li Sûrî. Li Almaniya dadnişê. Xwedî çend lêkolîn û goterên ekadîmî ye.
Ji: Navenda Heremûn Ya Lêkolînên nûjen. http://harmoon.org/archives/4391.
Wergerandin: Ehmed Qasim.
Naverok
Kurtenivîs
Pêşgotin
Yekemîn: Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de
Pêngava destêwerdana rojhilata navîn
Navenda destpêkirina tevgirtina derya û dengizê
Radestanîna berdewame ji çek û cebilxaneya
Zevîyên li taximên asya
Meydana nehîştina (cîhadiyan)
Okraniya û Evganistana nu
Deboya jêderê sûtamenî
Pela pêzaniya hêza Rûsya li ser asta cîhanî
Amêreya parastina Îsrayîlê
Barîgeha Rûsya ya rojhilata navîne
Navçeya karpêhateyan bo lêdanê li dijî ( cîhadî û tundrewan) bo misogerkirina ku li Rûsya belav nebin
Radwestandin ji timên Turkiya re
Zirara ciyopolîtîka Sûrî wateya zirara Îranê ya ciyopolîtîkîye
Duwem: cîgehê Kurdê Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de
Encam
Dawîpêdan
—————————————————————————————
Kurtenivîs
Heta niha Rûsya di xewna Imbiratoriya qerala deye ku bighêje ava germ. Piştî destêneghîştina ava germ li herêma kendava erebî, em dibînin niha çavên xwe bîtir bi tekez li ser deryayê navenda sipî ye, û bi şêwakî taybet li dergeha wê ya rojhilate ( Sûrya ), dixwazê ji xwe re wekî baxçeyeke li pişt bibînê, da ku ji xwe re sînoreke bejî û bindest ji Turkî û Îraq û Îsrayîl û Libnanê re.
Sûrî di ciyopolîtîkiya ramanê Rûsî de Îro wekî Îpekî di pîvanên gewretirîn ciyopolotîkî ye li ser asta cîhanî. Ev ciyopolîtîkya jî serast dibê bo jîyandariya rola ku yeketiya Sovyêt ji berê de pê radibû li ser bingeha hevbendîya istîratîcîk di navbera herdu dewletan de. Sûrî di dûrbîna Rûsya de tê wateya dawîya herêma ku Rûsya dikanê pêve desthilatdariya xwe li rojhilata navîn bişopînê, her weha jî, ew tê jimartin ku mezintrîn hebûna xweyî leşkerî ye di rojhilata navîn de, û tê wê wateyê ku kêferata li Sûrî ji Rûsya re derfeta herî dawîye ku xwe tê de wekî duwemîn hêza li sera asta cîhanê bide pêş.
Destêwerdana Rûsî ya leşkerî di hindirê Sûrî de, ew ji bo pêkanîna jimaryariya ciyopolîtîkiya xweyî ramanî û aborî ye, ew dest ji pêkanîna bercewendîyên xwe bernade di Sûrî de, her wehajî, cîgehê Kurd di vê ciyopolotîkîyê de, di asta diwemînê deye li gor giringiya ji Rûsan re, her weha Rûs xwe bi paş ve nadin di dostaniya kurdan de di vê kêferatê de, dîsa ji ber sedemên ciyopolîtîkî.
Pêşgotin
Xwendina Rûsya ji guhertinên polîtîkî û aborî û civakî li ser asta cîhanî ji mêj de, bi derbasbûna di ser hilweşandina yeketiya Sovyêt re di destpêka salên nodî de ji sedsala bîstan, û ta niha, binavîndare ku cîgehî pêgeke xwe li Rojhilata navîn bibîne, û çespandina hebûna xwe li wir bi cî bikê ku nirx çi dibe bila bibê, di jimaryariya xwe de dibînê ku belavbûna xweyî bi ferehî li ser qada komarên Sovyêt di demên çûyî de hate civlandin, ew yek li ser ferz dike ku li wargehên din ji desthilata xwe re bigerê.
Rûsya dibîne ku dewleta Sûrî baştirîn hevkare ku dikaribe lingê xwe lê biçespîne, û nemaze ku Sûrî îro pêwistîdarê piştgêriya leşkerî û polîtîkî ye ji navendeke girandar li cîhanê. Rûsya di xwe de dît ku ew navenda girandare ya ku Sûrî xwe pê hilpesêre, di nêrîna serokê Rosî de Filadîmîr Potîn ku xwe dibînê li rêza duwemîne ji rojavayê Asya ye, ya ku tê nîşandan wekî himbêzeke ciyoistiratîcîke li Asya navîn, dikevê nava Îran û Sûrî, û ew herdu dewletin têne jimartin di nêrîna Potîn de ( misogerdarin ji hêmeniya herêmin sînardarên me de ) li gor ew dibînê.
Yekemîn: Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de
Sûrî îro di ciyopolîtîka Rûsî de, ne tenê dewleteke ne pêkaneye di sînora xwe bejane de, lê ew dergeha Rojhilata naveraste li ber perçebûn û ji hevketinê ye, ew pêwîstîdarê yên kanibin bergirî wê bikin beramberî xwe bi tevayî bavêjê sepeta wî ya polîtîkî û aborî û leşkerî. Her weha Sûrî sebaret ji Rûsya re gelek pîvanên ciyopolîtîkî bi xwe re hildigrê, û yên giringtirîn evin:
-Bazarekî aborî û waberhînane ji Rûsya re:
Sûrî tê jmartin wek yekî girîngtirîn hevparên Ereb yên bazirganî ji Rûsya re; ku bazirganiya Rûsî û Sûrî dighêje rêjeya ji sedî re 20 ji tevayî ya bazirganiya Erebî û Rûsî, û her di rûyê beriz bûnê deye; ku rêjeya bazirganî ya Rûsî û Sûrî gihîşte 1,92 milyar dolar li sala 2011 de bi zêdebûna ku gihîşte 58 ji sedî re ji sala 2010an. Li aliyekî din, waberhînanên Rûsî li Sûrî gihîşte derdora 20 milyar dolar, û kompaniyên Rûsî, nemaze yên di warê sûtamenî de tê jimartin ji beriztirîn kompaniyên li ser kar li Sûrî ( wekî kompaniya Tantvit, û kompaniya Soyoz Mintigaz, û hin şaxên kompaniya gazbirom, û hin din.(1)
Pêngava destêwerdana rojhilata navîn
Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de ew ( pêngaveke destêwerdaneke duwarojîne ) di navenda herêma destêwerdana polîtîkî û leşkerî ya Emrîkî daye ji çar alîyan de. Sûrî îro dorpêçkirî bi barîgehên leşkerî yên Emrîkî li Îraqê, û li Turkî, û li rdun û Îsrayîlê, bi ser ve gemîya şeşan ya Emrîka li beramberî delava Sûrî rawestyayî. Û her weha Rûsya dixwazê li herêma destêwerdana xwe ya di Sûrî de derbasî herêmên destêwerdaneyî Emrîka be. Tevî ku hebûneke sînordar ji hêzên bejayî ya Emrîka li ser qada Sûrî di herêmên di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demuqrat daye, ku piraniya wan ji kurdan pêk tên ( bajarê Kobanî/Eyn elereb û bajarê Rimêlanê ).
Navenda destpêkirina tevgirtina derya û dengizê
Sûrî sebaret ji bo Rûsya tê jimartin wek pêngava jê bi ber ava germ ve xwe bavêje ( ava derya sipî ya navend ), ewa ku wê rêgeha deryayê vekê ber bi başûrî qara ewropî û bakurî Efrîqa, dibê ku Sûryayê li ser deryayê sipî ya navend bergehê vedkê li pêş Rûsya, û wê ji dengiza cîhanî nabirê ( Dengiza Etlentî ).
Radestanîna berdewame ji çek û cebilxaneya
Sûrî dewleteke ku bi leşkerî û polîtîkî ketiye sepeta Rûsî de, ew sebaret ji Rûsya re dewletke pêwistîdare ji amêreyên leşkerî ye ji Mosko, û ew li dawî hertim ne amadeye daxwazên Sûrî pêk bîne, loma jî Rûsya dibîne ku Sûrî nikanê dest ji pêdawistiyên xwe ji acenteyên Rûsî berdê, nemaze ku leşkerê Sûrî ji sedî re 90 palpişte bi amêreyên Rûsî. Ji wê bîtir ku Sûrî tê jimartin ku di pêle ya pêncane li Rojhilata navîn çekan ji Rûsya werdigre.
Zevîyên li taximên asya
Sûrî dihate nasîn, nemaze di qonaxa şerê sar de bi navê zevîya li taximên Asya ( li gor navlêkirina Emrîka ), loma Rosya dibîne ku qezenca vî taximî dikevê ber bercewendiya wê baştire ji qazanca Emrîkana. Ku Sûrî dewleteke li gor bercewendya Rûsî ye ji ber wê karibê di riya wê re desthilat darbê li rûyî dewletên Rojhilat, bo karibê nameyekê bişînê bi naveroka ku ew hînjî parastîdare li ser hêzên xweyî leşkerî, û cîgehê xweyî polîtîkî, û giraniya xwe di Encûmena Asayîşê de.
Meydana nehîştina (cîhadiyan)
Sûrî tête jimartin sebaret ji Rûsya re meydanekî li gor bidawîanîna cîhadî yên Çîçanî ye, ewên ji Qoqazê hatine, û piraniya wan li Sûrî li kêlek Rêxistina Dewleta Îslamî şer dikin. Her weha Rûsya dibîne ku tar û warkirina wan li ser zevîyeke ne Rûsî û di bin baskê terorê de wê gelekî baştirbe ji tar û warkirina wan li hindirî Rûsya, tirsa Rûsya ji talûkeya ku bi xwe re radhêje eger ew tûndrew vegerin piştî qazanca fêrbûna zanyarî ya şer kirin di herêmên dij bihev. Serokê Rûsya Potîn ragihand ku << Mirov ne bi hewceyî pisporîye di warên asayîşê de da bizanibe ku evana heger bi serketin li Sûrî, wê vegerin welatê xwe, û her weha vegerine Rosya jî >>.(2)
Okraniya û Evganistana nuh
Sûrya yê îro ji Rûsya re wekî Okrayîna yê duhe ya ku drdayî, û Evganistana pêrare ewa ku ewjî bi derdayî, lomajî em Sûrî dibînin wekî cîyekî cugrafîke di wêneyeke rêgihanekê ye ji Rojhilata naverast re, û ew di pilana yekê daye di polîtîka Rûsya de ku cîyê guhdaneke tabete bo dernedê wek yên berî wê.
Deboya jêderê sûtamenî
Di nêrîna Rûsya yê îro de, lêgerîna li bihaneya bi hêzkirinê nema idî di cebilxaneya leşkerî ye otomî daye, lê belê, ew li her cîhekî ku sûtemenî lê peyda dibê. Loma Rûsya di jimêryariya Rojhilata naverast de dibînê ku Sûrî dê bibe herêmek ji destêwerdana xwe re li gor karlêkirina di vî warî de. Nemaza ku wê bijarteyên teybet bi dest xwe ve anîne girêbesta (25 salan) ku dihêle ew lêkolînê bikê li ser petrol û gazê di ava herêmiya Sûrî de, ku kompaniya Siyoz ya petrol û gaza Rûsî ya dewletê ya ku wezîrekî berê ya sûtemenî li Rûsya rêveberiya wê dikê ku lêkolîna petrolê li Sûrî bikê(3) bi îmzekirina girêbestekê di navbera rêjîma Sûrî û sazûmana Rûsî de li dawiya sala 2013 an, û gaz li dirêjîya deryayê di navbera Banyas û Tertûsê de li dirêjîya 255 salan.
Cî perepêdanêye ku di salên dawî de gelek herêmên nuh li rojhilata naverast hatne dîtin ku têda embarên bêhûde ji gazê siruştî peyda dibin, û pirtirîn herêm ji wan herêman herêma gola rojhilate, ku têda hindekî mezin ji gaza siruştî hate dîtin ku ev gol dikevê binaniya ava kûr li rojhilatî deryayê naverast, û bi xwe re qatek ji gazê radigrê li gor pêzaneyên desteya damalênerê ciyolocî ya Emrîkî û kompaniyên destlikarên lêkolîna gazê de. .
Gola gazê rojhilata derya yê sipî ya naverast ji sê herêmên şaxane pêk tên(4):
A-gola deryayê Îce li beramberî delavên Turkiya û Yonan û Qubrusê
B-gola rojhilat li beramberî delavên Sûrî û Libnan û Filestînê
C-gola Dilta li beramberî delavên Misrê
Lomajî,piraniya hebûna leşkerî ya Rûsî li herêma delava Sûrî tê jimartin ji aliyê Mosko yêde cîyê bergiriya pêwîste ji waberhênana Rûsî reye, û piraniya raporan nîşan didin ku waberhênanên Rûsî wê bêhûde û mezinbin ji alîyê derxistina gazê ji deboya bêhûdeya di binaniya deryayê naverastê di ber kembera delava Sûrî re. Şopandina dîtina şikarteya ( qare ) dibêje ku li dor 400 hezar mitrê sê goşe rojane dikanin derbînin li Sûrî, tevî 560 bermîl ji yê tîr rojane. Û ferebûna avahîya ragirtina gazê li dor 25 kîlometrên çargoşe ye, û ev avahî dikevê gola Eldu li herêma naverast ku lê çend avahî hatine dîtin, piraniya wan giringiya wan avahiya Ebû Rebah û bakurî Elfeyd û Qumqum, ku ketiyê nava berhênanê li sala 2009 an bi navê pirojeya başûrê herêma naverast, tê gotin ku êdega ku dikevê ber berhemînanê li vê avahîyê li derdora 47 milyar metirê sêgoşe ji gazê, tevî 21 milyon bermîl ya tîr. Û li hinek avahîyên nuh di vê golê de hatne dîtin, li herêmên Sede û Elbirêc û Qare û Dêr Etîye û Firuqlus, tê gotin ku êdega dikevê ber berhemanînê di van avahîyan de dighêje dora 24 milyar metirê sêgoşe, tevî 22 melyon bermîl ji ya tîr, û avahîya Elreşîfe jî dikevê nava vê golê ya ku ji aliya kompaniya Îbla de tê birêvebirin, û avahîya Cehar ji aliya kompabiya Heyan yan Sûtemenîyê ve ye.(5) ewa ku Sûrî xistiye pileya yekemîn di herêma naverast de, ev dîtinan Sûrî daye ber çavê gelek aliyên derva, ku dixwazin destêwerdanê din ava Sûrî de bikin û dest binde ser sûtemeniya Sûrî, û di pêşîya wan de Emrîka û Rûsya ye.
Bi ser van tevayî de, daxwaza Rûsî destdana ser jêderên sûtemenî ya Sûrî ( petrol û gazê ) tê wateya misogerkirina desthilatdariya xwe ya rasteqîne ser qadq Sûrî, û bi vî hawayî, rêya gaza Qeterê dixînê ber pûç kirinê, ya ku digotin wê di Helebê re derbas bibê û bighêje qada Turkiya, û misogerkirina gaza ji delavê Sûrî bête deranîn ku berê wê di duvre bide ber bi Ewropa ve.(6)
Û ev wêne ya ji bom e didê nîşan dan riya boriya gazê ya ku dibê derbas bibê di Sûrî re li gor nêrîna Rûsya û Emrîka.(7)
Wêne……..
Bi vi hawayî, Sûrî herêmeke giringe ji herêmên derbasbûna gazê re bo Ewropa, piştî ku istiratêcîya Rûsî kanibû riya (Nabko) ya bi piştgêriya Emrîka pûç bikira, a ku xwest bi rêkê ji riyan desthilatdariya Rûsî li ser bazara gazê ya Ewropa zebûn bikê, bi birina gazê ji Asya naverast, û derbaskirina wê di qada Turkî re ta dighê ewropa, lomajî Rûsya bi sûrî ji berê bîtir girtî ye.
Pela pêzaniya hêza Rûsya li ser asta cîhanî
Bi nêrîna Rûsya ku kanibê kirîza Sûrî çareser bikê wê ji cîhanê re xûya bikê bêçariya Emrîka di şerê Îraq û Lêbya de, tevlî bêçariya wê di avakirina sazumanên demuqrat û lîbîral, û her weha wê nêrîna cîhanê bi ber xwe ve rakşînê wekî hêzeke xwedî pêkanînên rasteqîne û kargêre di çareserkirina kêşeyên dewletan. Û wê bawerîya cîhanê bi Emrîka bi paşkevê wekî ( qutbekî ) tenayetî ye ji sazumana cîhanî re.
Amêreya parastina Îsrayîlê
Rûsya dibînê hebûna xwe di Sûrî de meteryalekî Asayîşê ji Îsrayîlê re, şirovekar dibînin ku hebûna barîgeha leşkerî ya Rûsî di nava herêma Elewî de di bin desthilatdariya rêjîma Sûrî de dibê ku bîtir hêmenîyê biparêzê de herêmê de, û nehêlê hevgirtên şêî bi serkirdayetîya Îranê rarûyê Îsrayîl werê. Li gor rojnameya ( yêsrayîl hiyom ) << lihevkirineke gîştî di navbera Rûsya û Îsrayîl de heye li ser hewcekariya wan bi jikestina komelên Îslamî heye yên kargêrin di Sûrî de, çimkî ew hêmenîya tevayîya herêmê dixînê metirsî yê.
Barîgeha Rûsya ya rojhilata navîne
Herêma delava Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de tê jimartin ji giringtirîn herêm, nemaze barîgeha leşkerî li Tertusê, ku Tertus dikevê nav sê kêşeyan sebaret ji Rûsya re, Mîna ew navenda hevkarîya deryayî ye ji herduyan re Sûrî û Rûsî re, û hevpar dibê di dubariya avakirina desthilata Rûsî di deryayê sipî ya naverast û Rojhilata navîn de, û li dawî, ew pareke ji mentiqekî tevayî ye, û li dirêjiya pêşerojê cîyekî lihevhatiye ji waberhênanê ye li çarçêweya cîhanî de ji deryevana Rûsî re.(9) û nîşan pê tê dayîn ku hebûna Rûsya li Sûrî nayê seknandin li barîgeha Tertusê, lê belê bi xwe re pir kirina çek û amîreyên giran ji cebilxanan û zanyariya leşkerî cûre bi cûre li hin herêmin din jî.
Wekî ku barîgeha Tertusê tê jimartin avahîyeke istîratêcî ye ji Rûsan re ji demeke dirêj re. Û li gor lihevkirina di nav herdu welatan de li sala 1971an, Mina ya Tertusê wekî barîgeheke Rûsî tê jimartin ji bo hawarhatin û çaksazî leşkerî di heyama Sovyetê de, hatibû avakirin di qonaxa şerê sar de, bo piştgêriya gemiya Sovyêt di deryayê sipî ya naverast de. Her weha serokê rêjîma Sûrî Beşar Elesed li sala 2008an erêkirina xwe da ji bo Mîna yê Tertusê bibê Rawestgahekî cîgirtî ji gemîyên otomî ya Rûsî re li Rojhilata navîn. Û ji 2009an de Rûsya wê barîgehê nûjen dikê û fere dikê da ku kanibê pêşwazî gemiyên leşêerî yên mezin bikê.(10)
Navçeya karpêhateyan bo lêdanê li dijî ( cîhadî û tundrewan) bo misogerkirina ku li Rûsya belav nebin
Di nêrîna olî re Rûsya dibîne (nemaze kenişta Ersozuksî) ku parastina xaçperestin Sûrî fermanekî bi erke, û bi taybetiya ku Daiş çendane car nîştecîyên xaçperestin Sûrî bi dar ve kirin, û rojnamegerî ya kenişta Ersozuksî ya Rûsî di riya betreka Mosko û tevayîya Rûsya re veguhest, Betrek Kîrîl, ku şerê hêzên Rûsya li Sûrî bi pîrozî nîşan da bi gotina ku armanc pê da “ parastina gelê Sûrî ji nexweşîyên ku troristan anîye bi xwe re davêje‘‘ ku bi ser ve dibêje wekî nîşan didê bi (gelê Ersozuksî) guhpêdana “ çend bûyerin tund li dijî xaçperestan li herêmê ” û kenala (Rûsya îro) ya sazumana Rûsî veguhest ji jêderekî pêlebilind di keniştê de bi navê Fisîfold şablîn gotiye ku biryara Rûsî “ji bo parastina bêhêlan, wekî xaçperestên rojhilata naverast , yên filêket bi serê wan de tên bi operasyona nemayînê” li gor gotina wî dîsa dibêje: Her şerekî li dijî terorê ew şerekî bijarteyê ji mayînê re, û tê bi navkirin ku şerekî pîroze li gor bi navkirina wî.(11) her wehajî ne tenê metirsiya Mosko ji cîhadîyên rêxistina Daiş di Sûrî de heye, lê metirsî ewe ku ew bighêjin misilmanên welatê wê, ku rêjeya misilmanan niha li Rûsya dighêje ji sedî re 20 ji danişvanên Rûsya ku jimara wan dighê 1400 milyonan, û jimara mizgefan li Rûsya tenê bi deh caran bîtir bû ji 500 li salên heştîyan de di sesala borî de gihîşte şeş hezarî li sala 2015an.(12)
Ji vir de dibê em nîşanê pê bidin ku Rûsya navberekê naxînê nava cîhadîyan û terorîstan û nava misilman û şaristaniyan, û lêdanên ji ezman de yê ku balefirên Rûsya pê radbin cerku ketîye Sûrî, û ta niha, navberek nexistî ye navbera wan, û bûyera li vê dawî ku li bajarê Helebê û gundewarê wê rû da nîşaneke mezinê ji vê babetê, bi jimartina qurbanîyên sivîl, û gewrebûna hilweşandina xanî û nexweşxanan.
Radwestandin ji timên Turkiya re
Sûrî di ciyopolîtîkîya Rûsî de ew herêma ku tê de daxwaza Turkiya( cinarê wê ya li ser deryayê reş) tê şikandin di avakirina herêmeke navbir li bakurî Sûrî, ewe ku Rûsya pê ne raziye her wehajî kaxeza kurdî bi kar tîne ji bo fişarê bide ser Turkiya.
Zirara ciyopolîtîka Sûrî wateya zirara Îranê ya ciyopolîtîkîye
Palpiştiya jimaryariya Rûsan di alîkariya bi rêjîma Sûrî re tê ji xwendin û jimaryariya ciyo-istîratîcî, ku Rûsya dibînê bi ketina rêjîma Esed re wekî destpêkeke ji ketina rêjîma Îranê raye, û ew bi xwe zirareke mezine ji istîratîcîya Rûsya re, ku herdu hevbendên xwe yên tenyane di Rojhilata navîn de wunda dikê. Û wê bandora xwe bidê ser rola ku Rûsya dixwazê berz bikê ji nida, wekî hêzeke sereke di terazîyên navdewletî ya nih de.
Duwem: cîgehê Kurdê Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de
Ji şirovekar û kesên guhertinên li meydana Sûrî dişopînin re cîyê Kurd di ciyopolîtîka Rûsî de nayê veşartin, û herêmên bakurî Sûrî bi piraniya xwe di bin konturola Hêzên Sûrya Demuqrat deye, ku yekêniya parastina gel û yekêniya parastina jinê bi piraniya xwe ji kurdanin li rarûê rêxistina Daişê şer dikin.
Ji virda nabê ku em destnîşan nekin ku Kurdê Sûrî li sê beşan parvedbin:
1-Yên serbixwe
2-Partiyên Encûmena niştîmanî ya kurdî ku di bin sîwana Hevbendî ya Sûrî ya hêzên şoreşê û opozisyonê de cî digrê, li kongirên navdewletî (Astana, Cinêv) amade dibin, û hîna tu desthilatdariya wan li ser qadê peyda nebûye.
3-Partiya yeketiya demuqrat yê ku baskê xweyî leşkerî (hêzên parastina gel, û hêzên parastina jinê) pêkaneyên xwe li ser qadê bi şêwakî rasteqîne bi kar tîne, û Rûsya bi îsrar dixwaze li civatan û kongireyên polîtîkî amade bibin, her weha ew bi xwene jî yên hevpeymana navdewletî alîkariya wan dike.
Rûsya li kurdê Sûrî dinêre (bi taybetmendîya beşê sêyemîn) di danustandina bi wan re, ji ber hêzekî nabê paşgo bixin yan bê nirx bibînin di teraziya kêferata sûrî de ji ber gelek istîratêcîyên giring bi piraniya xwe evin:
A-meger Sûrî hate perçekirin li ser (Fidiralî), bê guman ew herêmên di bin desthilatdariya kurd de ew cîwar û bi herêma delava Sûrî re sînordare, û herêma delavê her dibê dergeha rojhilat be ji Rûsya re, û herêmên bin desthilatdariya kurd de dibe dergeha rojava.
B-Herêmên di bin desthilatdarî ya kurd de wekî rêgehekî asayîşe pêkaneye ku têra sûdê wergirin ji petro û gazê di herêmên bakur û rojhilat de bi rakêşandinî borîyan ber bi delavê Sûrî de ji bo veguhêzê, nemaze ku kurd beşekî giringe di teraziya şerê sûtemenî de. Ku piraniya êdegên Sûrî ji petrolê ( nêzikî 2.5 bilyon bermîle ) li bakurî rojhilate ya ku piraniya xwe di bin desthilatdariya kurd deye, li gel ku herêma bin destî kurd de têkel dibê bi belko boriyên petrol û gazê di diwaroj de di navra derbas bê. Û bi nêrîn ku cîyekî cugrafîyekî giringe ku kurd serdeste tê de, tê wê wateyê ku giringiya diyalogê bi wan re ne kêmtire ji giringiya çarenûsa Esed bi xwejî, nemaze ku nimûneya Kurdistana Îraqê bi ezmûnên xwe ve di warî sûtemenî de xûyaye di asoya pêş de.(14)
C-Hêzên şerkar yên kurd li herêmên bakur ew bîtir erêniye ji hêla rûsya de piştî hêzên rêjîma Sûrî. Û ew ne hêzeke olî û nejî cîhadî ye. Loma ew ji hêla Rûsya de tê erênîkirin. Ji vir de hewlên Rûsya berdewamin bo jihev nêzîk kirina hevalbendê xwe (rijêma Sûrî) u kurd ve, çiku hebûna du hêzên alîgirên Rûsya jê re tê wateya desthilatdarîya mezin li ser rewşa Sûrî. Ango wezîrê dervayî Rûsya Lavrov di gotina bi rojnameya (Izvîstiya) , bersiva pirsa navçîciya Rûsya di navbera sazumana Sûrî û kurdên Sûrya de; got 4 hewlên hevdîtinên rû li rû û bê rarûyên hev di navbera şamê û kurdan de bi navçêcîya Rûsan pêk hat, di navbera yonyo/ cehzeran û dîsember/çeleyê pêşîn li sala 2016an.
4-Kurdê Sûrî kaxezek fişarê ya herêmîye li dijî Turkiya bi kar tê anîn, Rûsya hewl didê ku kaxeza kurdî bi kar bînê di dûrberê herêmî de ji kêferatê re nemaze bi Tirkiya re ya ku çendane dijberiya xwe li beramberî avakirina herêmeke kurdî li bakurî Sûrî raghandî, ev kaxez ji Tirkiya re bi êşe, eger tirkiya ji Rûsya re danexînê di şerê Sûrîde ya ku bûye dozeke istîratîcî ji polîtîka Rûsî re li Rojhilata navîn. Ku di hindirê hêza pêwendiyên navbera Rûsya û hêzên Kurdî de dijminayetîyeke hevpar heye ji Tirkiya re, û libakirina wê dijminayetî bi Rûsya re li november/çiryayê paşîn 2015an, bi xistina balefirê Rûsî ji hêla Tirkiya de (a ku ezmanê Tirkî derbas kiribû) li gor romana Tirkiya a ku Rûsya red kir, a ku dijminayetîya vêketî di bingeha xwe de di navbera Tirkiya û Kurdan de, ku ji dora 40 salî deye.
Encam
Li gor xwendina meyê berê em dikanin çend encaman berz bikin evên ku bên:
1-Sûrî di ciyopolîtîka Rûsî de ew meywake polîtîkî û aborî û cugrafî ye pêwiste jê sûde bê wergirtin, û ew ne yê salên kirîza Sûrî ye, lê belê ew vedgerê pêwendiyên berguhêra ji qonaxên demê de.
2-lihevketina pêwendiyên Sûrî û Emrîka ji Rûsya re fersende, ku hewl bidê bo xalin bi hêz û nih tomar bikê, û cîyê pêgên xwe li Sûrî ya dûrî sengerên Emrêkî Cîbicî bikê.
3-Rûsya bi tenê nikanê kêferata li Sûrî çareser bikê, û Moso pêwistîdare ku lihevkirinekê bi Waşunton re bişopînê û bi paytextîn herêmî re yên ku di dest wan de beşek ji kilîla çareserî ya Sûrî re.
4-Çi armanca hebûna leşkerîya Rûsîya rasteqîne bê li Sûrî, û dûrî nêrîna xweristiya rola ku Mosko dibînê, rewş ber bi zêdebûna girêkî de diçe, û her weha sebaret ji jimêryarên dewletên herêmî re yên têwerdana Sûrî bûne.
5-piştgêriya Rûsya ji Sûrî re nayê wek lihevkirinê, belam ew ava dibê ji kêferateke polîtîkî û îdyolocî ya tûj, bo destnîşankirina bengehên yarîya navdewletî.
6-Destêwerdana Rûsya ya leşkerî di hindirê kêferata Sûrî de li dervayî çerxa yeketiya navdewletî encamên bi filêket anîne ser tevayî ya hêlin şerkar di Sûrî de, û encamên pir bi xişim bi ser gelê Sûrî de, û bi tabet ku avêtinin Rûsî navberekê naxîne navbera sivîlan û terorîstan, û nejî nevbera oposizyon û rêxistina Daişê, û nîşan pê tê dayîn ku parek ji lêdanên ezmanî ya Rûsî dighê herêmên desthilatdariya Daiş, di demekê de ku du parên lêdanan bi ser herêmên desthilatdariya oposizyona Sûrî de têne barandin.
7-Destêwerdana Rûsî ya leşkerî encamên wê di bin bandora guhertinên qadê û leşkerî û polîtîkî dane, her weha kurdê Sûrî li beramberî awirin nune bi ketina kêferatê qonaxa destêwerdana Rûsî ya rasteqîne ye, ew nikanin Rûsya paşgo bikin, her wiha nikanin ti hêzên din jî paşgoh bikin ewên li ser qadê şer dikin li Sûrî, lê dibe em nîşanê pê bidin ku Rûsya hewl didê bo xwe nêzî kurdan bike bo wan ji sîwana hêzên hevpeymana navdewletî bi dûr bixine ta ku kanibe, û ev ji kurdan tê xwestin ku di hişyariyeke temam de bin û agahî li xwe bin da ku nebne kaxezên di yarîya navdewletî de, çi ji alîyê Emrîkî be yan jî Rûsî de be. Û her weha jî giringiya qonaxa niha de li ser wan ferz dikê ku dûrî kêferatên hêlûmêl bin, û tekezê li ser yeketiya hêzên polîtîkî û leşkerî kurdî bi tevayî bikin, bo rizgarkirina herêmin mayî di bin desthilatdariya Daiş de.
Dawîpêdan
Rêjîma Sûrî ji cîhanê re da xûyakirin ku ew ji nav sazûmanên dewletên Ereb ji tevan bîtir nêziktire ji Rûsya ve, loma jî Rûsya hewl didê vê nêzîkbûnê bi kar bînê bo pêkanîna bercewendiyên istîratêcî li Rojhilata navîn, nemaze ku îro Sûrî li çaterêyakê ye.
Wekî ku îro Rûsya bûye nimrake hêsan di teraziya kêferata Sûrî de, û bi tu hawayê nayê paşgokirinê, Rûsya xwe ferz kirîye li ser her kesî ku bi doza Sûrî gotebêja bikê , yan destêwerdanê bike dibe serdana Mosko bike. Kirîza Sûrî her tim di pêşîya pirograma karên xweyî rojane deye, û ew miqayîte li ser şopandin û çavdêrîn û livên li asta doza Sûrî.
Bi destêwerdana Rûsî di Sûrî de hîşt ku temenê şerê Sûrî dirêjî bidê, nemaze ku ev destêwerdan bi serê xwe hatî û dijberî bercewendiyên gelek dewletin destdirêjîyên xwe di şerê Sûrî de hene, û di encamê de gelê Sûrî êşa vî şerî pir û pir dikêşîne.
Hîn jî hêlên dijberên hev di şerê Sûrî de alîkarî û palpiştî yên pêwîst werdigrin bo berdewamiya kêferatê li dij hev, li wir destêwerdana Emrîkî û dewletên kendava Erebî û Îranî û Tirkî û Îsrayîlî û Rûsî di şerî Sûrî de, û her dewletek xwedî ecîndeyên taybetin
Bi van karbidestê leşkerî ji alî Rûsan de li kêlek karbidestên herêmî û cîhanî ya bê berpirsyar gelê Sûrî dikê pêwîstîdarê qonaxeke nuh ji êşê bi xwe re hilgirê.
(1)welîd Ebdulhey, ’’ Sînordana herdu polîtîkayên Rûsî û Sînî beramberî kirîza Sûrî” Navenda Cezîrê ya lêkolînan, girêbesta ilîktironî:
http://studies.aljazeera.net/…/2012/04/20124314543996550.htm
(2)”Daiş dijmanetiya xwe li dijî Rûsya ragihand ji mêj de” Rûsya Îro, girêbesta ilîktironî:
https://goo.gl/mPRIQU.
(3)”Rapor: Sînora destêwerdana leşkerî ya Rûsî li Sûrî û asoya wî”Malpera erebî ya nu, girêbesta ilîktironî:
https://goo.gl/Gz7KF2.
(4)Ebdil Rezaq bozeydî, “Qoşa Rosî Emrîkî di herêma Rojhilata naverast: lêkolîna rewşa kirîza Sûrî 2010-2014″mijara macistêr di beşê zanistiya polîtîkî,(Ceayîr: kolîca dadwerî û zanistiya polîtîkî, zankoya Mihemed xdêr, 2014-2015), rûpela 81.
(5)Wezîrê petrolê dîtinên nuh ji gazê radighînê li navçeya Qaret bi berhemînana li dor 400 hezar metira sê goşe rojane, nûçeya petrol û gaza Sûrî, girêbesta ilîktironî:
وزارة النفط تعلن عن اكتشاف جديد للغاز في منطقة قارة بإنتاج نحو 400 الف متر مكعب يوميا
(6)Muitez Elî Mihemed Elî, “Kêferata Emrîkê Rûsî li Sûrî,ferehî û armanc”,destnivîsa Elcezîrê, girêbesta ilîktironî:
https://goo.gl/FgQWAk.
(7) Die Energieversorgung Europas soll in Zukunft über Syrien führen, web: https://goo.gl/IxnjRQ
(8)Rapora saset post, “çawa Îsrayîl sûdmend bû ji hebûna Rûsî li Sûrî?” Malpera sast post, girêbesta ilîktironî:
https://www.sasapost.com/russia-israel/
(9)Selah Neyof “Hevpariya Rûsî û Sûrî ya istîratîcî di warê leşkerî de: Barîgeha Tertusê” navenda kurdî Almanî ya lêkolînan, girêbesta ilîktironî: https://goo.gl/jVmN3G
(10)”Bercewendiyên Rûsya li Sûrî” Elcezîre nêt, girêbesta ilîktironî: https://goo.gl/ntsxO1.
(11)” Kenişta Ersozuksî ya Rûsî: Leşkerê Rûsya şerekî pîroz dişopînin li Sûrî bo parastina Xaçperestan ” rojnemeya doza kendavê, girêbesta ilîktironî: https://goo.gl/2sfOcq.
(12) Islam to become Russia’s predominant religion by 2050? Pravda.ru, The web: https://goo.gl/g7TmVr
(13) Margaret Klein, Russia’s Policy on Syria: On the Way to Isolation?, PDF Doc, The web:https://www.scpss.org/…/uplo…/files/Policy/03-30-2012_Russia’s_Policy_on_Syria_Klein.pdf
(14)Tamir Bedewî, “Sûrî tê çi wateya ciyo-istiratêcî ji Îranê re?”. Non post, girêbesta ilîktironî:
http://www.noonpost.org/content/435.
————————————————————————————————————————————————-