KOBANÎ
Nasnameya niştîmanî
Dirişma hebûna evsaneyên bi tirêj
Baxçeya pêşrewên xweşewistayî
Tîna navkela sewdaliyan
Gurza gulên rojên pîroz
Xewna li nava buhişta sozdarî
KOBANÎ….
Li meydana lêhengî mêrga siwaran
Qey ji bîr bû şana Berazan li hemberî toraniyan
Li banga paşeya milan
Li beramberî Şemer û qît rûtan
Şara mûsikê xwedî kofiya sersiwaran
Hem û Ker`ê li rarrûyê şerin giran
Ew kevlên serpêhatiyan hîn bi dengin
Evsaneya filêketan şanederin
Ku qirîn bi te dikevê
Ûrfa xopan li te vedgerînê
Siwêrek xwe hildimalê
Qey ew xewn bûn ?
KOBANÎ yê..
Serpereştiya dîrokê para tebû
Reşnivîsa hawariyê qeyta tebû
Qîreta ku te xwe tê de dîtibû
Hîn jî şan û dewrana te ye.
Ku Ferat girgîn dibê
Girê te vê re radibê
Nameya dotmamên te bi ser pêlên wê dikevin
Tebatî nakevê te
Di cîyê xwe de disincirî
Qeyta Kurdewarî dibê dirişma te
Berazan radkî ser hêl û piyan
Rişmeyan hespan didî destê siwaran
Li banga her qirînekê, hawarhatinê bi rê dixînî
KOBANÎ ya dil tenik
Hezkirina te, dilê min di nava xwe de guvaştî
Loma, ez xwe bi te dibînim ey xweş li dilê min
Baxçe û gulîstana jiyana min
Hêvî û rahênana perwerdeyê ûjdana min
Te ez kirme aşiq
Di eşqêde ava kirim
Di hezkirinê de kirme qutabîya xwe
Çimkî, min wekî te nedîtin
Ez xwe pê hilpesêrim
Li rojhilat û rojava
Li bakur û başûrê goga zemînê
Tu ya sozperstî li ber dilê min
Ya dilgirtîya bê ser û bê bin
De bêje KOBANÎ ya min
Çîroka xwe bibêje
Serpêhatiyên xwe
Lêhengiyên keç û lawên xwe
Berxwedana serdema nu
Nameya mirovetîyê
Dirişma xwezayîya wekhevê yê
Xwezîya dayîkên jinebî
Hêvîyên zarokên sêwî man
De bibêje…
Şeva ( nemirovî ) di tinebûna mêran de
Çi bi serê kulfetên te de hat.
KOBANÎ yê…
Ez zanim hebûn bê te mehale
Jiyan bê te nayê şopandin
Xwezîya tu ne di navdabî ne rewaye
Hezkirina tu têda ne rêsayibî
Bê kok û bin û pergale.
Feratê derdan bayê xwe yê tenik
Ku bi ser rûyê te re dixuşînê
Rûyê te wek sêvin heyamê
Xunavî li ser dibne dilop
Hilma nêrgiz û sosina bêvilê min dadigrin
Kela dilê min radbê
Hêsrin evînî çavên min dişon
Da ku ez stirana bêmalê
Bi ser dilê xweyî kuzirî de bistirêm
Û bi xwe re bilêlînim.
———————————
EHMED QASIM
EYntab 24/4/2017