Ehmed Qasim: ji BO SALYAD A YNK  

Share Button

Bi bûneya 44 salîya damezrandina Yeketîya Niştîmana Kurdistanê dixwazim çend gotinin sereke bidme ber ronahîyê.

YNK û PDP du partîyin serekene li ser asta kurdistanê ji roja damezrandinê de û xwedî bandor bûn û hîna jî,  her weha pêwendîdarê hev bûn bi seroketîya herdu berêzan bi rehmetî serok Mam Celal û mamuste Hemîd Derwêş.

Herdu partî hêvî û çarenûsa xelkê kurd pê ve girêdayî bû ji ber nêrînin rasteqîne û wêjeyî li gor pêvejoya dîrokê û şopandina rewşê.  

Li kurdistana başûr rolekî YNK ya serekî hebû di pêkanîna mafê gelî kurd di wî perçeyî de, piştî xebateke dirêj û dayîna qurbanîyan di riya pêvejoya şoreşê de.  

Piştî biryara encumena navdewletî ya 688 li sala 1991 rolekî serekî hebûye di raperînê de li adara 1991 ku ji ranya dest pê kir û piranî qad û bajar û bajarok û gundên kurdistanê rizgar kir..

Piştî roxandina rêjîma Beisê faşist û necadperest rolekî sereke hebû bi seroketîya Mam Celal di danîn û pîlan kirina nexşerêya Îraqeke teze û cîbicî kirina mafê gelê kurdistan di damezrandina sistêma fidralîzmê de 

Dirêj nakim, em gihîştin desthilatdarî yê..

Li sala 2005 di hevdîtinekê de min bi berêz Mele Bextiyar re got:

Hûn ketne qonaxeke gelekî hestîyar û nazîk, hi qonaxa xebata rizgarîxwazî ketne qonaxa desthilatdarî û avakirina dewlet û civakê, pêwîste hûn xelkê ji xwe razî bikin bi xizmetgozarî û tekezî li ser perepêdana civakî bikin.. ev qonax yan avakirina xweyî ye, yanjî xwe di bercewendîya xweyî de wunda dikin, pir kes hene wê xwe tê werkin, xwe û partîya xwe û dibe dibe ev destkeftîyana jî ji bo bercewendiyên xwe têk bidin….

Mixabin hîro min li gotinin MELE BEXTIYAR gudarî kir ez pê êşîyam wek kurdperwerekî û wek dostekî YNK yê dîrokî, li ser rewşa ku ew têre derbas dibe, her weha li nama berêz Qubad Talebanî jî min guhdar kir, ku gunehe partîyek wek vê partî yê di rewşeke wusada be, û metirsîyê li bal xelkê kurdistanê peyda bike li şûnî cîyê mitmanî be… îro kurdistan li ber derfetin gelkî hestîyarda ye, pêwîste rola YNK roleke sereke be di pêvajoya pirojeya kurdayetî de, ne ku yek be ji girêkirina nakokîyan re ji ber kirîz û nelihevîya navxweyî

Ez dilgiranim, û hêvîdarim piştî hewqas likumandin di van du sê salin dawî de YNK vegere ser hêza xweyî hevgirtî û rola sereke bilîze bo bi serxistina mafê kurd û kurdistanê.

Di vê rojê de dîsa 44 salyadî ya YNK pîroz dikim û hêvîdarê serketinê me.

 

Ehmed Qasim.

1/6/2019

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

خالد بركات : قصة السلحفاة والأرنب

بعد مرور أسبوع على سقوط نظام الطاغية الأسد، الأحداث تتسارع على مدار الساعة في العاصمة ...