EHMED QASIM “ Ji bo bîranîna 118 mîna rojnameya KURDISTAN “

Share Button

10924736_674340482674384_6927512403381975526_n118 mîn bîranîna derxistina rojnameya) Kurdistan( careke din balê me dikşînê ber dilsozîya mîr Miqdad Bedirxan û malbata bedirxanîyan ji bo kurd û kurdistanê. Xebata wan ya bi bîr û bawerî ku wê rojek werê û kurdistan bibê dewletek di nava rojhilata navîn de, û kurd têda bibne senbola aşitî û azadî û pêşketina şaristanîyê.
Bedirxanîyan bawermendbûn ku bê pêşveçûneke çandî û civakî û aborî ew roja ku jêra dixebitin nayê rojevê û armancên wan biser nakevin. Ancax pêşveçûna civakî û pêkanîbûna raman û hiş û balkişandina bîr û bawerî bi rastîya mafên kurd yên rewa, û girêdana kurdan bi kurdistanê ve rîya xebatê hesan dikê, û rîya serketinê dibê şopa xebateke bi rêk û pêk. Loma piştî hilweşandina binyada Îmereta Bedirxanîyan û ew ketne ber penaberîyê ji ber hikometa Osmanlî, ewana berê xwe dane giringîya pêşveçûna çand û rewşenbîrî yê, û her weha jî, giringîya raghandinê û çapemenî yê, ku bûye sedeme biryargirtina derxistina rojnameya Kurdistan li qahîra Misrê li roja 22/4/1898an.
Ji ber wê giringîya ku bedirxanîyan pê hest kir, û di pêveçûna dîrokêde roj bi roj rastîya hest û hestiyarîya Bedirxanîyan xwe dide pêş, ku bingeh û binyada xebatê ne li ser bingeh û binyadeke rewşenbîrî û bîrawereke ronakbîrî be ew xebat bi ser nakeve, nemaze bawerî bi doz û armanc û daxwaza gelêrî.
Heger em bi wesîyeta bedirxanîyan bikin, emê ji kirîza perçebûnê derkevin.. Bedirxanîyan banga wan ji bo yeketîya kurdan pêk bê.. banga wan ji bo lihevkirinê bû, ne ji bo pevçûnê û lihevxistinê bû.
Rewşa meyî Hîro li vacayî bawerî û daxwazîya bedirxanîyan didomê. Tevî vê yekê jî, hîro tevayî tevgera kurdistanî bi roja rojnameya Kurdistan simîner û şadîyan li dixînin bê ku ji dil bawer bikin bi rêça bedirxanîyan û bidne şopa daxwaza wan. Ez dibêjin ev derewînokekî bi lax û qurf û nefrete bi pîrozîbawerîya bedirxanîyane ege em bi ê wan nekin.. yan, na vê di rûtîyê nekin û derewan li xwe û gelê xwe nekin. Çimkî gel di hindirê xwe de bawermende bi ferhenga bedirxanîyan ji bo danîna rêça xebatê, lê mixabin tevger nûkerîyê pê dikê û tife rûyê xwe dikê “ gava wê rojê li bîr tînê û pê nakê “.
EHMED QASIM
21/4/2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...