EHMED QASIM Hevalno..

Share Button

  12735883_859050150870082_1665491322_nHevalno

Guh nedin rew rewê hinan..

Hestî di gewrîyê wan de maye.

Çerxa dest bi gerê kirî

Nema idî radwestê.. nejî bi şûnda vedgerê.

Hinek di xewnê xweda seqiyane

Hinek di hêviyên istewrda disincirin

Hinek jî, di bêvacîyê xwe de bûne kelem di pêşerojê xwe de.

Yasayê gera dîrokê

Çerx daye ber fetlandinê

Bawer bikin rojhilat ketîye ber birîya

Gelewêja herêmê ketîye ber rastîya efrandinê

Biwêjin demê xwe dane ber amadîyê

Yên di merbendê hişên pêçandî de

Bawer nakin ji hawara guhertinên bingehîn

Qonaxa tarîyê bi dawî tê

Di nav golên xwnê de

Da zanibin dergûşê ji zikê dayîkê derdikevê

Vedgevizê di nava xwînê malkê de.

Netirsin hevalno..

Nîşana zayîna qonaxê nuh ketîye ber birîyan

Hû.. pêwîste bibne pîrik

Dergûşê werê.. lêhengê azadîyê ye

Rûyê xwedê bi ser ezmanê me de digrê

Setem di xwe de dikevê hîncirandina mirinê

Destarê payedariyê mirovan dikevê gera azadîyê

Helbet.. Kurdistan bi xeml û xêzên xwe ve

Li ser koşkê xweşbextîyê

Dibê bûka lêhengin ji tamarên xwe.

—————————————-

EHMED QASIM – 13.2.2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...