Di va roja pîrozda, ji dîroka berxwedana gelê kurd ji bo azadî û serxwebûnê, wekî Îro li 13 sebatê li sala 1925 an, nemir Şêx Seîdê Pîran serî hilda li hember dagîrkerê hukumeta Tirkî û siyaseta Mustefa Kemal li dijî hebûna gelê Kurd li ser axa welatê xweyî dîrokî.. her weha di berxwadana pîroz de canê xwe ji dest da, lê ji bo gelê xwe nameyek hîşt, ku têda dibêje: Gelê min ranawestê di bin sîyê setemkarîyê de.. xebata ku min derîyê wê vekirî wê berdewam bikê bê tirs, û wê pêşda herê bi qehremanîyek mezintir wê ev milet bighê armanca xwe yê rewa û siruştî, armanca serxwebûn û azadîyê
.
Di vê rojê de, bangewazî li hemû hêz û partîyên li ser axa kurdistanê, yên xwe dibînin û xwedî derdikevin li nameyê Şêxê berxwedanîyan, û rêberê xwebexşîyê ji bo azadkirina welatê xwe, pêwîste li xwe û li sîyaset û serkirdeyên xwe vegerin, ka li yaqî hilgirtina vê nameyêne yan na. eger erê be, pêwîste rikberîyê hev nekin û bibne yek li beramberî talukeyên li pêş me, ku awirin tirsnaktirîn li ser hebûna me û pêşeroja mene. bizanibin ku Şêxê we nefretê ji xebata weyî ne yekrêz dikê, û di gorna xwe de dinalê ji ber sênç û bê omîdîya we û rikberîya we li dijî hev.
Di vê rojê de, sondê Şêxê xwe li bîr bînin û dilê xwe ji hev re vekin û sade bikin, û xwe bikne yek rêz û yek lek ji bo bi serxistina berxwedana gelê kurd û rizgarkirina kurdistana pîroz.
———————————————-
EHMED QASIM – 13/2/2016.