EHMED QASIM Ber bi çareserîyeke pêkane de

Share Button

12735883_859050150870082_1665491322_n6 mofirkên mêjoyî, yanî 60 sale ku tevgera kurdî li çareserîyekê digerê, “ çareserîya doza kurdî di hindirê Sûrî de, wek netewekî bi her babet û taybetmendiya xwe ve “. Doza kurdî wek dozeke netewî di rastîya xwe de divabû ji hilweşandina dewleta Osmanî de dest pê bikira, di dema ko peymana Saykis-Pîko rû bi rûyê xelkên herêmê bû, û ev herêm nexşeke nuh jêra hate danîn, û dewlet hatne avakirin ji şûnmayîyên Osmanîyan. Raste peymana Lozanê ya Sîverê binpê kir, lê di wê demê de kurdê meyên tevlî dewleta Sûrî bibûn serî li beramberî perçebûna kurdistanê hilnedan wekî xelkên me yên başûr û bakur.. her û her çavên wan man li bendî çareserîya ku li wan herdu perçayan pêk bên.. loma tevgera meyî rêxistinî wek rêxistineke rêbaz û zanyar ji bo perçeyê tevlî dewleta Sûrî bûyî di pêşîya salên bîstan ji sedsala berê, li sala 1956-1957 an dest pêkir bi rêxistina yekemîn partî li ser bingehekî netewî û niştîmanî, bi rêbaz û zanistîyeke têgihiştî, ji hêla çend rewşenbîr, û xwedî bîr û ramanekî bijarte piştî hest kirin ku hêdî hêdî kurd bi dûrî bikaranînê mafên xwe dikevin, û dibin xelkekî bêgane di welatê xwede.
Di rastîyê de partîya sazbûyî “ Partî demuqratî kurd li sûrî “ Erk û pabendiya xwe bi xebatekî netewî û niştîmanî di hindirî Sûrî de hate girêdan, bê ku bikevê bin bandorên bûyer û serpêhatiyên perçeyên din “ yên Kurdistanê “ û taybetmendîya xwe biparêzê ku çareserîya doza kurdî li şamê cîyê xwe dibînê, û her wiha bi xelkê sûrî re dibine hevpar di her çareserîyekê de. Lê netê wê wateyê ku her piştgêriyek pêwistbê ji bo perçeyên din xwe ji ber bidne alî, û bi erkê piştgêrîya biratî ranebin.
Qey ev taybetmendî ne li asta hestên netewîya kurdin Sûrî bû, loma, bi destpêkirina şoreşa eylûlê li kurdistana başûr berê xelkê me ber bi şoreşê ve çû, û bi karanîna erkên xwe ji bo doza xweyî taybet li paş ket. Her wehajî, ketne bin bandora raman û pênasîya şoreşê.. mixabin, ku serkirdeyên şoreşêjî rolekî ne erênî lîstin li rarûyê tevgera kurd li Sûrî; û pirkekî nîgatîf avête ser çonetîya tevgera azadîxwaz, ku rewaya tevgerê bi şoreşê û biryarên serkirdeyê şoreşa eylûlê ve hatibû girêdan.. ev babetê hestiyar bibû yek kaxezên istixbaratên sûrî, û pê di nava tevgerê de rolekî wêrane lîst, ku tevgera kurdî li Sûrî bê şexsîyetekî taybetmend bimînê, û bi dervada werê girêdan.. bi vî hawî hilweşandina tevgerê ji bo rêjîmê hesantir dibê.. mixabin, bi destpêkirina şerê PKK li bakur, idî rûyekî taybet ji tevgera me re nema.. em perçe bûn di navbera başûr û bakur de, û lîstikên istîxbaratin rêjîmê di nav me de hesantir bûn bi alîkarîya layengerên PKK û mayîna Ebdullah Ocelen li Sûrî demeke dirêj.. bawer dikim ku ev herdu babet pêwendî sedemin serekene ji zebûnkirina tevgera merane ta vê hîngê.
Hîcar, ji bo em pêkanbûna peyda bikin, pêwîste em kanibin sedemin zebûnbûnê nehêlin, bawer dikim ewjî ne hesane ku a niha layengerin PKK yên di bin navê PYD de xwedî hêzekî mezine û xwedî pêwendîyên istîratêcîye bi helwêst û ragir û desthilatdar li ser kurdistana Sûrî, mehale ew di rewşa niha da bê alî kirin, her wiha, layingerên PDK îraq, bi navê PDK-S ewjî bi piştgêrîya PDK îraq rolekî ektîf dilîzê di rikberîya navxweyîda li nava tevgerê.
Di rewşekî ku tevgera azadîxwazê kurd li sûrî ketîye ber du alozîyan, alozîyekî ramanî û rêxistinî, û alozîyekî madî û hestiyarî, ku bê helwêst maye li beramberî hêzin lîstikvan di nava Sûrîyada, û li beramberî yê bi karin siyasî û dublomasî radibin. Ji ber ku biryarin tevgera me hatîye têveçandin, parek bi Hewlêr ve hatîye girêdan, û parek bi Qendîl ve.. û mixabin ew herdujî dikevin bin bandora du alîyên ne lihev, her wusajî, tevgera meyî siyasî li sûrî jî nayê ser hev.
Çareserî çîye?
Di nava vê keft û leftê de, bi vî şêweyî vacayî pêwistîyên me, lê kêlekî ev şerê bêhûde û bêvac û wêranker, li beramberî êrişin tûndrew û terorîstên hovane,di nava wundabûna bawerî li navbera tevger û rikberîya Sûrî de, û li dûrî helwêst û cîgehên biryargirtinê di nava encûmena navdewletî de, pêkanibûnên tevgera kurd çi dimînin, û çi pêwîste dibê bikê, û dibê çi bi kar bînê ji bo pêkanibûnan çêbikê û ava bikê?
Helbet, pirsin serekene di heyamekî hestiyar de li jiyana gelê meyî kurd. Bi xwezî û xewn û hêvîyan bersiv nayin dayîn. Bersivin van pirsan bi bawerî û ramanin qayîl , bi helkewt û çalakîyin erênî, bi biryar û pirojeyên xwecihî û niştîmanî û netewî têne dandan. Bersiva van pirsan, pêwîste li asteke dîrokî be, bo rewşa ku îro welat têra derbas dibê rewşeke dîrokî ye.
Çawa em dikarin xwe ji sedemên zebûnbûnê veqetînin, ev yek ji bersivin herî giringin di taybetmendîya tevgera me de, û çareserîya pirsa kurdî.. ji wê û bi şûn ve gavên din li dû hev tên.. du alîyên, ne tenê ne li hev, lê belê, di avabûna xwe de li dijî hev ava bûne, mixabin ev rastîya qedera meye, em pê dinalin wekî yekî li hêvîya mirna xwebê.. çiqwas piroje hatine holê, yek jî ji wan ne li gora pêwistiyên rastîya hebûn û çonetîya tevgera mebû ye.. bi tevayî li gor awir û fermanin ji vî alî yanjî ji wî alî bûne.. Hewlêr1 û 2, û peymana Duhokê elfebêyin aşkerene li ser rûpelin tevgera meyî “ ne serbuxwe “.. loma, li cîyekî tê îmze kirin, û li cîyekî din têye binpê kirin.. her wusajî em nikanin bi wî hawayî tiştekî bi serxînin.
Li vê paşînê, mamuste “ Ebdilhamîd Derwêş “ bangek da serokê herêma Kurdistanê Îraqê, di bangêda bangewazî tevgera kurdî kir li gor hestîyarîya dîrokî di vê pêngavê de.. ku civaka navdewletî bi seroketîya Emrîka û Rûsiya biryar dane wê kirîza li Sûrî bi dawî bînin, li gor nexşeke li hevkirî, û bang li rikberî û rêcîmê kirine li ser wê nexşê guftogo û danûstandinê bikin, da bighêne lihevhatineke niştîmanî.. lê mixabin ev kara bê kurdan dibê, tenê ji ber kurd ne yeklayin, û ne liserhevin. Ji ber vê yekê mamuste Hemîd ew banga xwest bo lihevkirinekê li ser şandeke tevayî nûnertîya kurdan li Cinêvê bikê… mixabin bersiv li bang û bangewazîyê nehat dayîn.. bo vê yekê jî ez dibêjim, ku nakokîyên Hewlêr û Qedîlê bandoreke wêranî li ser tevgera meyî sîyasî û civakî û heta astekî bilin li ser tevgera çandîjî kirî.. ew nahêlin em nêzikî çonetîya çareserîya doza xwe bibin.
Bi min, dîsa ez tekez li ser wê yekê dikim, ku çareserî di serxwebûna tevgera medaye, û bi taybetmendîya pêwendîya me li gel rikberîya Sûrî û xelkên Sûrîyara ye. Ji ber taybetmendîya hebûna me ya dîrokî û rewa û sîyasî li gor şert û mercên navdewletî bi çonetîya rewşa Sûrî ve girêdayî.. nayê wê wateyê, ku şer û pevçûna di hindirî Sûrî de, yanî dawîya dewleta Sûrî ye, û li gor wêjî, ji me tê xwestin em berî xwe bi derne dindakin.. ewên dibêjin “ Saykîs-Bîko “ nemaye, yanî, tiştên ku balê me dikşînin, dibe dibe di wateya xwe de nemabê, lê îro roj nayê wê wateyê ku nexşeyên wê têne guhertin, belkî reng û şêweyên rêjîm û sazumanan bêne guhertin, lê nexşe ne bi wê hesanî têne guhertin.. dîsa ev babetşêweya me bi Sûrî ve girêdide, û ti bercewendiyên me li cîyekî din tunene.
Hinek dibêjin: ne rêjîm, nejî rikberî mafên me yên netewî wekî mafên gel û zemîn nabînin.. eva rastîyeke ji rastîyên girêkên doza gelê meye, çimkî hînajî em di kêferat û berxwedaneke dûr û dirêjdane, û ya duyemîn, me bi şêwakî zelal xwedanlixî li doza xwe nekirî.. wekî min di pêşî de anî ziman, me rîya doza xwe di navberî Qendîl û Hewlêr de wunda kir, nihajî em lê digerin, ne bi wê hesanîyê eme bibînin. Benga mamuste Hemîd jî, rengek ji rengê lêgerînêye piştî wundabûnê.. lê çima birayên me yên li Hewlêr û Qendîl alîkarî me nakin ? ewe pirsa bi girêke, kengî ew girêk me kanibû vekira û ji hev vereşanda, bawer dikim rîya serketinê li pêş me vedibê.. ji ber xelkên Sûrî bi tevayî çav li mene ka çawa emê bidne ser rîya rast û pêkaneyên serketinê peyda bikin.
——————————————-
EHMED QASIM
4/4/2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجيد 636 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 636 من جريدة الديمقراطي وهو عدد خاص برحيل الرفيق عمر جعفر عضو ...