Bê guman, nelihevîya hêz û partîyên Kurdî, ev bû pênc salin, li dora hev re dizîvirin, û nikanin li ser biryarekê rawestin, ku bibin hevpar di rêvebirîya herêmin Kurdistanê de. Mixabin, piştî avakirina du bandorpêçana, ENKS û TEV-DEMê , her bandorpêçanekê xwe bi rengekî kir, û di nav tevgerê de, kêferata rengan destpêkir, û bû mehal ku herdû reng xwe li hev bipêçin û li ser yek biryarê rawestin.Xwezî ew kêferat li ser çoneyitîya rêveberîyê ba, çare hebû ku kêşe çareser dibû bi bervehevhatineke li ser bingeha pêkanîna bercewendîya gelê kurd li kurdistana Sûrî. Lê mixabin, ne ewe kêşe û nakokî.. ewên ku bingeha kêşeyan danî, û hêz û partîyên me li ser ava dikin, ancax ew kanin wê bingehê biguhêrin û kêşe û nakokiyên me jî çareser bikin.Loma rêvebirên hêz û partiyên me bêçarene di çareserîya kêferata xwe de.
Heger rastîya nelihevîya tevgerê bidne ber ronahî, eme bibînin ku ew ji çi jêderê derdikevê, eynî ew jêder sedema van kêşe û nakokiyên tevgera mene ji bo dabeşkirina bercewendiyan, tenê kurdê kurdistana sûrî bê parin ji wan sûdeyan.
Niha, raste li ser zemînê hêzek heye, ew hêz bi rêveberiya PYD kar û barê xwe didomîne, çi di warê bergirîyê de, û her weha di werê parastina hêmenî û asayîşê de. Lê ev renge rêveberî bi xwe alozî û nakokiyan bi xwe re diafrînê, ji ber PYD wek partî xwedî idyolocîyeke taybete mehale ku xelk li dorê xwe bigrê, di demekê de, ku bîr û bawerin cûda cûda di nav xelkê me de hene, û ew cûdatîya bîr û ramanan dibê astengî li pêş birêveberîya PYD û serketina pirojeya vê partîyê, ji bilî, bandorpêçana Berzanîzmê ku ewjî bi rengekî ji rengan kêşeyan bi xwera tînê nava tevger û vê kêferatê.
A niha, pêwistiya me bi yekrêzî heye di şopandina pêvejo û rojeva li Sûrî.Pêwîste em tekezî li ser yekrêzîyê bikin di demekê de, ku civaka navdewletî di warê lêgerîna çareserîyekêdaye ji bo çareserkirina kirîza Sûrî. Di nava vê lêgerînê de, pirsa kurdî jî xwe davêjê nava rojevê, û ev pirs pêwistîya xwe bi nûnertîyakê heye, ew nûnertî nayê holê bê çareserkirina kêşe û nakokîyan. Ji bo nûnertîyê, lihevhatineke rêbazî giringe. Lê heger ENKS xwe bibînê nûnerê gelê Kurd li Kurdistana Sûrî, û her weha PYD jî xwe wusa bibînê, li nik çend partîyên dinjî hene li dervayî herdu bandorpêçan, bawerim kes nikanê nûnertîya gelê kurd û doza kurdî bikê, loma tirsa me ji vê rewş û durumê heye ku ev dema dîrokî di ser me re derbas bibê, û em nikanibin tiştekî ji mafê kurd bi dest xwe ve bînin.
Dibêjin, xweserîya demuqrat li her sê kantonan li dare, û kes nikanê vê xweserîyê ji holê rakê, lê di rastîyê de, ev xweserî jî, bi hawakî seqet hatîye avakirin, û bê yasaye di rastîya xwe de. Bingeha avakirina xweserîyake bi yasa, pêwistî bi erêkirina xelkê û hêzên siyasî heye, ew jî rû nade di nava van kêşe û nakokî û kêferatê de, ancax, lihevkirineke civakî û sîyasî di navbera civak û hêz û partîyan de bibê bingeha parastina xweserîya demuqratî bi şêwakî yasayî û rewayî ya bi erêkirina xelkê, tema, çênabê yek partî û yek reng civatê û welêt bi rêva bibê… eger biba, wê ev yek ji partîya Beis re bima. Loma pêwistîya me bi yekrêzî heye, û avakirina nûnertîyakê li civata navdewletî, û siba li Cinêva3.
Ji ber vê pêwistîyê, Partîya “ Pêşverû “ ev erk daye ser milê xwe bi biryargirtina xweyî li kongirê û derketina ji nav ENKS. Lê mixabin, dîsa min bê bawerim ku “ Pêşverû “ kanibê vê erkê bighînê serketinê, eger “ TEV-DEM û ENKS “ bê bersivbin di şopandina pirsa yekrêzî de û bi serxistina pirsa kurd li Kurdistana Sûrî. Lê pirsa mezin ewe, gelo eger tevgera me di neçarîyê de bimînê, “ wê kî vî barî bighînê serî ? “.
EHMED QASIM
3/3/2016