( Sekreterê Partiya Pêşverû da xuyakirin, ku Rûsya dixwaze raya giştî ya Erebî û Tirkî bike dijminê gelê Kurd û got, daxuyaniyên Rûsya yên derbarê Kurdên Sûriy de gelek xerab in.
Di daxuyaniyeke taybet de, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Hecî Derwêş ji Rûdawê re ragihand, ku li gor ezmûna wî ku ev 60 sal in siyasetê dike, ti plan û bernameya Amerîkayê bo avakirina dewleteke Kurdî tine ye.
Ebdilhemîd Hecî Derwêş got, dema Rûsya behsa vê yekê dike, dixwaze Kurd bibin qurbanî û miletên derdorê dijminatiya gelê Kurd bikin.
Bi gotina Hecî Derwêş, daxuyaniyên Rûsya yên derbarê Kurdên Sûriy de gelek xerab in û Rûsya dixwaze raya giştî ya Erebî û Tirkî bike dijminê gelê Kurd.
Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê wiha axivî: “Rûs pişta xwe girê didin çi, ez vê nizanim. Ez weke kesek ku ew 60 sal in di siyasetê de me. Ya ku ez dizanim, Amerîka neketiye bîra wan ku dewleteke Kurdî çêbikin. Rûs dixwazin vê meselê bibêjin, ji bo ku Tirk, Ecem û Ereb bibin dijminê me, ne ji bo wê ye ku xêra Kurdan bixwazin. Ew daxuyanî, daxuyaniyên gelek xirab in ku Rûs didin, ne wisa ye. Rûs dikarin bi tiştekî din Amerîka biêşînin, ne li ser hesabê Kurdan û Kurdan bikin berxê berê kêrê.”
Rûdaw