Dilawerê Zengî
Gelî Kurdan! Bi nazdarî temaşakin, li gorê
Xetîra rok, bi pîrozî, xwe pêçayî, li dorê
Ji rengan kesk e, sor û zer, sipî mora ji rokê
Bi rêbaza, bihevkêşî, te hûnayî, ji kokê
Heval û dost, bi coş hatin, ji sûnda wa bi dozê
Li ser rêça xebat û kar, bi peyman û bi sozê
Bi embazî, çi dirdan û perû nîşan, li sêngê
Buhadarî, bi dilsozî, serengînî, ji hêngê
Bi serberzî vejandî Pêşverû Partî, li her der
Riya tarî te ronî kir, bi ramana xwe serder
Tu dabînî xwedî înan, li mafê Kurd nigehdar
Bi damana, li ser doza rihabûnê emîdar
Gelawêj bû, çirîska geş, li ezmanê, me Kurda
Şeva tarî, bi hingûrê te hêvîsa, bi sur da
Ne bêpal bû, ji sewdan û ji penda şehreza bû
Temîzsinç û bi serpak û mefa û mîreza bû
Bi hêvî û bi lav im ez, ji Homan û Xwedayê
Buhişt û bax, dilovanî, li gora wî bidayê
Li Qermanê, bi şanazî serî danî mefadar
Di nav dost û hevalan her mirovhez û wefadar.
Qamişlo 21/10/2020