Dilawerê Zengî: Efrîn

Share Button

Ez vê helbestê diyarî zarokên bajarê Efrîna berxwedêr dikim.
Dilawerê Zengî

Efrînê xweş Efrînê
Navê te pir şîrînê
Lîlavê him avjînê
Çîmen û Deşt û şînê

Efrînê bû talan e
Şer şerê Erdoxan e
Keç û xortan halan e
Roj roja berxwedan e

Efrîna me şîrîn e
Dijmin ew har û dîn e
Karê wan serbirîn e
Kuştin û şer û kîn e

Efrînê serhildan e
Kobanê navnîşan e
Cizîrê navgiran e
Ev xemla Kurdistan e.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...