Rojnameyên rojava di van demên dawî de gelek giringî dan pêşkrtinên li Rojavayê Kurdistanê rû didin, bi teybet piştî êrişên komên Îslamî ên tundrew ser bi gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ve ku bo sedem bi hezaran Kurd kocberbibin.
Rojnama “Niyork Taymîz” di raporteke xwe de ku duh roja înê belaf kir, diyar kir ku Kurdan hêvîdikirin xwe ji şerê navxweyî ê ku kete sala xwe a siyem li Sûriyê dûrxinin, deverên Kurd heya demekî nêz di astekî de aram bûn, lê di demên dawî de şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gelê ên Kurd YPG`ê û Erebên Cîhadî de gur bûne, Erebên cîhadî weku asteng li pêşberî avakirina dewleteke Îslamî li daxwazên Kurda di rêvebiriya xweser û mafê otunomî dinhêrin.
Her wiha rojnamê diyar kir ku ev pevçûnên nû li deverên Kurdî ji aliyê komên îslamî ên tundrewa ve bi armaca talankirin û têkbirina bingehên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê birê ve diçin, her wiha lidaxistina gengeşiyê di navbera Kurd û Ereban de.
Ji aliyekî div e Rojnama “Jorzelîm Post” ji hişyariye Kurdî ku li Kurdistanê Sûriyê a derdikeve, hişyar kir û diyar kir ku ev hişyariya Kurdan dê hêja bêtir herêmê bixe di nav girêkan de.
Sergurdê teqaudkiriî ê Îsra`îlê Dr. Jak Nîriya ê ku li navenda El-Qus zanyarê teybet ê Rojhilata navîne, ragihand kêmeke maye ku Kurdistan bibe devereke din ji deverên Rojhilata navîn ku bixwe devera gengeşiyê ye, her wiha dest nîşan kir ku ev demek dirêje Kurd hêvîdarin li deverên xwe, xwe birêve bibin û mafê otunomiyê bidest bixin, şerê li Sûriyê lidarketiyê derfeteke başe bo Kurd hêviyên xwe pêk bînin afrandiye.
Nîriya diyar kir ku yekem cara di dîroka Kurdên Sûrî a nûjen da, kurd dest datînin ser deverên xwe û birêvedibin, her wiha hin hêzên Kurdî jî plandikin ku hikûmeteke Kurdî a demkî ragihînin, ji ber ku tu desthilatdariyeke navendî li deverên Kurda nemaye.
Wekî din Nîriya dazanîn ku Kurd netenê rêjîma Esed li pêşberî xwe dibînin, lê di heman demê de hêzên cîhadî ên ser bi dewleta Îslamî Êraq û El-Şam ve ne jî li dijî Kurdan şer dikin,taku dest danin ser xeta sînor a Tirkiyê û Êraqê. Her wiha rêwijkarê berê ê serok wezîrê Îsraîlê Îshaq Rabîn û serokê komîta nirxandinê hewalgiriya leşkerî a Îsraîlê Nîriya diyar kir, ku ev xeta sînor di heman demê de bo Kurdan jî gelekî girînge, ji ber ku ev xet wan bi perçeyênb din ên Kurdistanê ve girê dide.Sergurdê Îsraîlê di berdewamiya gotinên xwe diyar dike ku Kurdistan pira gelek pevçûnên demên pêşin li Rojhilata navîn, û kijan hêz bi karibe desthilatdariya xwe li ser sê koşeya Sûriyê-Êraq û Tirkiyê pêk bînê, dê di heman demê de dest deynê ser hemû riyên hatin çûnê li Kurdistanê, û berdewam kir ku ger em berjewendiyên hemû aliyên ên di pevçûnê de ne liber çav bigirin, emê bi hesanî zanibin çira wê qedera Kurdistanê pêşeroja Rojhilata navîn diyar bike.
Wekî din rojnama “Cîhana Sosyalîst” DYE, Qatar, Siudî Erebistan tewanbar kir ku ew yarmetiyê didin komên Tundrew ên Îslamî êrişî Kurdan bikin.
Rojnamê diyar kir ku şerê di navbera kurdan û Îslamiyan de rû yeke din ji pevçûna li Sûriyê rû didine eşkere dike, û ev yek rastiya êrişa paşverû a Emêrîka li dijî Sûriyê derdixe holê, her wiha bal kişand ku Kurdan her hewildan xwe ji şerê navxweyî biparêzin,lê komên Îslamî bi vê şerî hewildidin desthilkatdariya xwe li ser deverên hinardariya petrolê dikin pêk bînin û ev dever deverên Kurdan e.
Rojnama Todey Zeman a Tirk jî metirsiyên xwe ji şerê li Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG`ê û rêxistinê ser bi El-Qaîdê ve ne anî ziman, û diyar kir ku ew di wê metirsiyê de ye ku ev şer rê bide ku hêja şerekî navxwe hlja mezintir û berferhtir li Sûtiyê lidarkeve, û rojnameyê di raporteke xwe de diyar kir ku di encama şer û pevçûnên li deverên Kurdî nêzî 30000 kesî kocberî Herêma Kurdistanê kiriye, û ev yekê barekî giran ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve çêkiriye.
PUKmedia
Îbrahîm Xelîl / Qamişlo