Di Cejna Çarşema Sor de dibêjim: Êzidî; Kurdên Herî Resen in

Share Button

Konê Reş

   Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye. Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hjhatiye ava kirin û kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya distîne.

  Hem jî gelek bîr û baweriyên şaristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aşûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.. Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke şuristî ye, oleke aşitîxwazane ye.

  Ta roja îro Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeşînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzidiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê, parastina zimanê Kurdî ye.

Ez jî, ji dil û can cejna Çarşema Sor li hemû Êzdiyên Cîhanê û Êzîdxanê û Kurdistanê pîroz dikim..

Konê Reş, Qamişlo, 16.04.2014

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...