di beyannameyekî de Polîtbîroya PDPKS pîrozbahiya gelê Kurd dike bi helkefta rêzgarkirina bajarê Kobanê

Share Button

401-AL.

piştî êrîşên hovane li ser Kobanê û şerê dijwar ê ku bihtirî çar heyvan domkir , hêzên Kurdî bi nûnertiya YPG ê û bi piştevaniyahêzên Pêşmerge û hinek ji giropên artêşa Azad û bi alîkariya asmanî ji aliyê hêzên Hevpeymana Navdewletî , karîn rêxistina DAIŞ ê bişkîne û Kobanê rêzgar bike .

ev serkeftina mezin ya ku hêzên Kurdî pêkanîn bi alîkarî û piştevaniya gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê , serkeftinek jibû miletê Kobana qehremane û her weha jibû tevaya gelê Kurd û hemû azadîxwazên li cîhanê .
Polîtbîroya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya , dema ku pîrozbahiya xwe ya germ pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Pêşmerge dike li ser van serkeftinan , pêre gelê Kurd li hemû cihî bi vê serkeftinê pîroz dike ,di heman demê de daxwaza xurtkirina yekrêziya Kurd dike , di vê qonaxa hûrik ya ku navçên Kurdî têde derbas dibe , di encama metirsiyên rêxistina DAIŞ li ser navçê pêktîne, lewma ji ENKSê û TEV-DEM ê tê xwestin bi berpirsiyarî li ser rewşa niha rawestin , û xwe dûrbixin ji hêşmendiya desthilatdariyê û ezezîtiyê , ji wan tê xwestin diyalogê weke rêçeyek nasbikin jibû çareserkirina aliyên ku kêmanî û lawazî têde hene , û dest bi cîbicîkirina peymana Dihokê bikin , daku rê li pêşiya aliyên ku pilanan deynin li ser gelê Kurd bigrin ji alîkî ve , û êmnahiyê ji civaka Kurdî re pêkbînin ji aliyê din ve .
Em daxwazê ji hemû hêzên tekoşînê li dijî terorê dikin , alîkariya pêwîst pêşkêşî gelê Kurd bikin , daku şerê vê metirsiya terorê bike , ya ku aştî û êmanahiya cîhanê têxe di bin metirsiyê de , her weha em ji hêzên navnetewî û rêkxirawin mirovahî û diravî dixwazin alîkariyê jibû avakirina Kobanê pêşkêş bikin , ya ku hatiya herfiandin di encama vî şerî de .

Jiyana hertimî û serbilindî jibû şehîdên pakrewan
Silavên rêzgirtinî jibû miletê Kobana qehreman
Qamişlo 28.01.2015
Polîtbîroya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...