Dewleta Turkiyê gundên bajarê Efrînê Topbaran dike

Share Button

302-لوغو-ازرق
Di 22 / 3 / 2017an de careke din dewleta tirk bi çav sorî û hovîtiya xwe gundên bajarê Efrînê yên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de topbaran dike û bi taybetî gundên navçeya Reco Meydan Ekbez , Qere Baba, kopriyê Heşarkê , Bilêlko , Elbiskê , Maseka , gundên navçeya Mabeta gundî Xelîl , Memila, û gundê Anqelê li navçeya Şiyê , Herwiha gundên navçeya Cindirêsê Dêrbelûtê , Hemamê , Mile xelîla , Dêwa , Tilî Cirnês û Çeqela.
Di encama vê topbaranê de bi dehan ji welatiyên sivîl birîndar ketin û xortekî bi navê Basêl Qol Axasî jiyana xwe ji dest da.
Bi navê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê em van kiryarên tirsonek û hovane yên dewleta tirk şermezar dikin û Em bang li civata navdewletî dikin ku ji bo fişarê li van destwedanên tirkî li ser xaka Sûriyê bike û ji parastina xelkê sivîl û parastina gelê kurd û herêmên kurdî ji kiryarên dewleta tirk û Hêzên îslamî yên tunderew.

23 / 3 / 2017

Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...