Bi biryara Partiya Demuqratî ya Pêșverû ya Kurdî li Sûriyayê, Desteya Zimanê Kurdî (DZK) ya bi ser rêxistina wê ya Girkê Legê ve, roja zimanê kurdî li hola Birahîm Sebrî bi amadebûna hijmareke ji rewșenbîr, helbestvan û kesên bi zimên ve mijûl û herweha bi amadebûna hijmareke berfereh ji dezgehên ragihandinê, 15.5.2017an, vejand.
Piștî li ser giyanê pakrewanan xuleyeke bêdeng rawestiyan,
pașê jî rêheval ilhan Wehac endama komîteya navçeyî ya partiyê, bi navê rêxistina Girkê Legê ya partiyê axivî û bixêrhatina hemû amadebûyan û kesayetî û rêxistin û partiyan kir û ev roj li wan pîroz kir û amaje bi rola malbata Bedirxaniyan kir û serî de Mîr Celadet Bedirxan herweha bal kișand li ser rola partiyê di belavkirin û fêrkirina zimanê kurdî de bi rêya kovara Gulîstanê ya ku berê endamê komîteya partiyê ya navendî Cegerxwîn, sernivîserê wê bû, herweha rola partiyê sebaret birêvebirina korsên zimanê kurdî.
Herweha endamê rêveberiya DZK’ê rêheval Lewend Mihemed gotinek got ku tê de ev roj li amadebûyan pîroz kir û çirûșkek li ser çalakiyên desteyê û dîroka damezirandina wê rola wê di belavkirin û fêrkirina zimanê kurdî de li Girkê Legê û gundewarê wê.
– Ji hêla xwe ve, serokê navenda mavên mirovan Mamoste Hesen Ebdill rehman, bi gotinekê amaje bi giringiya fêrbûna zimanê kurdî û parastina wê kir
Gotina partiya niştîmanî kurdistanê hat dayin ji layê Viyan Ibrahîm ve , li ser resenî û kevnariya zimanê kurdî li rojhilata navîn
Herweha ji hêla xwe ve, helbestvan Zekî Gergerî, Aad Piling ev helkeft bi helbestên naz û ciwan xemilandin.
Ragihandina rêxistina Girkêlegê ya Partiya Demuqratî ya Pêșverû ya Kurdî li Sûriyayê