Sekrterê Partiya Demokrata Pêşverû li Sûriyê tekez kir, ku rewaşa Rojava her diçe berve xirabiyê ve diçe, lê çext kir ku pwîste tu çarî rê neyê dayîn ku komên tundrew bikevina bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Derwîş ji NNA re axivî û diyar kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê ji devrên din yên Sûriyê ne baştire, her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew ji aliyê xwe ve piştgiriyê didine her hewildanekê ku hewildide Gelê Kurd û Sûriyê ji vê rewşa aloz derxîne.
Derwêş rêbazên Mosko û Waşintonê di derbarî çareserkirina pirsa Sûriyê de jî rexnekir, û ew tewan bar kirin ku hewildidine aloziya li Sûriyê heyî demdirêj bikine û naxazine tundiya li Sûriyê birêve diçe di demek nêz de bi dawîbikine.
Di derbarê Mafê Gelê Kurd de li Sûriyê, Derwş diyar kir nêz be yan dûr be dê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixînin e, tu hêz wê nikarê be li pîşiya vê yekê rawest.
Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê di derbarê komên tundrew de wiha ber dewam kir: Ew li deverên xwe çi di xwazin bila bikin, lê em ê tu carî rênedin komên tudrew bi yek bihustê bikevina xaka Rojavayê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku Hemîd Derwêş yek ji dameznerên yekem Partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.
PUKmedia / Ajans /