Derwêş; “Dengê xwe bilind bikin ku PYD dev ji siyaseta xwe ya çewt berde”

Share Button

Îro li Hewlêrê, Semînerek bi navê Rewşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat a Pêşverû Kurd li Suriyê-PDPKS ve hatibû lidarxistin, birêveçû.

 

Dengê Azad/Hewlêr

Semînera ku li salona Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat a Pêşverû Kurd li Suriyê-PDPKS ve hatibû amadekirin, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, Nûnerê Komala Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Hewlêrê Zagros Xoşrewî, Endamê Mekteba Siyasî a Yekîtî Niştîmanî Kurdistan-YNKê Sedî Ehmed Pîre û nûnerên partiyên nav ENKSê beşdar bûn.

Semîner rêzgirtinek bo jiyana pak a şehîdên Kurdistanê destpêkir. Piştre Nûnerê PDPKSê yê HerêmaKurdistanê Elî Şemdîn kurte axaftinek kir û xêrhatinê bo hemû beşdarvanên semînerê kir.

Semînera ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDPKS Ebdulhemîd Hac Derwêş ve hat pêşkêşkirin. Derwêş di destpêkê de kurte bahsek li ser destpêka şoreşa Suriyê û hinek hevdîtinên xwe bi rejîma Suriyê re kir. Derwêş diyar kir ku ew beriya ku şer li nav welêt destpêbike gelek caran bi rejîma Suriyê re gotiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên nav welêt divê bi riya aşitî bête kirin lê belê rejîm guhnedaye û êriş serbi xwepêşanderan kiriye.

Ebdulhemîd Derwêş balkişand ser wêrabûyina Suriyê û got bira bi birayê xwe re bûye dujmin.

Ebdulhemîd Derwêş diyar kir ku li gor ramana partiya wan eger rejîm destê aşitiyê bo Kurdan dirêj bike ewê wê destê bigrin ku ew pirsgirêkên xwe ligel hev çareserbikin neku bi rêya Amerîka û Rûsyayê.

Ebdulhemîd Derwêş wê jî anî ziman ku li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê gelek alî hene ku berjewendiya wan di berdewamiya şer de ye.

Di semînerê de Ebdulhemîd Derwêş herwisa behsa hevxebata ENKS û TEV-DEMê jî kir û got; “Em wek ENKS du car ku yek ji peymana Hewlêr û yê dî jî peymana Dihokê ligel TEV-DEMê îmze kir. Lêbelê herdu jî neçû serî. Em wek partiya Pêşverû gelek dixwazin ku di nav Kurdan de yekîtiyek pêkbê. Ji ber ku ger Kurd yek nebin, Kurdên Suriyê wêran bibin.”

Ebdulhemîd Derwêş li ser leşkeriya neçar a Rojavayê Kurdistanê jî got; “Em gelek caran bo PYDê gotine ku heqê we nîne ku hun xort û gencên me bi zorê dikin leşker. Bang ji we û xelkê Rojavayê Kurdistanê dikim ku dengê xwe bilind bikin daku PYDê dev ji siyaseta xwe ya çewt berde, dengê xwe bilind bikin ku şer li Suriyê bidawî bê.”

Di dawiya semînerê de beşdarvanan pirsyarên xwe pêşkêş kirin û Sekreterê Giştî yê PDPKS Ebdulhemîd Derwêş û Endamê Komîteya Navendî a PDPKS Ehmed Silêman bersîva pirsyarên beşdarvanan dan.

نقلا عن موقع  dengeazad.com 

الديمقراطي 26 – 4 – 2015

seminer-a.h.derwes-hewler4

seminer-a.h.derwes-hewler1

seminer-a.h.derwes-hewler5

seminer-a.h.derwes-hewler3

seminer-a.h.derwes-hewler2

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...