Brahîm Şêxo( Brahim Shexo) Awazdaner, arranger, piyanistê serpê.
Brahîm di sala 1981ê de, li bajarê Gundbade Kauus li Îranê ji dayik bû. Piştî ku malbata wî li wir bibû penaber ji ber rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê.
Bavê Brahîm hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye, ku do sala 1974 an de tevlî şoreşa Başûrê Kurdistanê bû, di bin serkêşiya Mele Mistefa Berzanî de, lê piştî têkçûna şoreşê, ew li Îranê bû penaber mîna hezaran ji Kurdan.
Di biçûkaniya xwe de, Birhaîm hogirî şêwekarî û xweş-nivîsandinê bû. Lê ji ber ku ew di maleke hezkirê mûzîkê de xwedî bibû, wî bi temenkî biçûk dest bi fêrbûna Bizqê kir û paşîn fêrî Kîbordê jî bû.
Di temenê 14 salî de, bi ser Mûzîka Kilasîk vebû û ji wir bû hezkirê wê ta roja îro.
Di sala 2006 an de li Almaniya dest bi gava serekî kir di xwendina mûzîkê de, û xwe li pêşxist di warê xwendin, guhdan û awazdaneriya mûzîkê de.
Di sala 2014 an de, Brahîm albûma xwe ya yekem derxist, di bin navê (Dilopên Sîyekê) ku têde zîrekbûn, hestyarî û teknîka xwe anî ziman.
Birahîm ji kaniya zelal ya Mûzîka Kurdî vexwariya û li ser hestê kurdewarî mezin bûye. ji ber wê jî hiş û bîroka wî ew e ku karibe şêweyekî nû û xwegirtî biaferîne û çîroka xwe wekû Kurdekî bi Mûzîkê bîne ziman.
Ya din jî ku hestê xwe wekû hunermend bi nûte bide xwendin li her şûnekê li seransrî cîhanê.
ji bo zaneyariyên zêdetir li ser Brahîm Şêxo, ferom malpera wî kilîk bike: