Desteya Bilind a Kurd (KBK) ku rojavayê Kurdistanê temsîl dike, der barê Partiya Azadî ku tê gotin ku tev li êrîşên li dijî sivîlan bûye û li herêma Heleb û Efrînê bi komên çeteyan re tevdigere, lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha KBK’ê der barê rêveberiyeke demî de jî projeya ku PYD’ê pêşkêş kiribû, qebûl kir.
Endamên DBK’ê 4 meh şûnde di 4’ê rezberê de, êvarê li Qamişloyê civiyan. Li ser navê Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Sileman, Feysel Yusuf, Îsmaîl Heme, Suud Mele û Beşar Emîn tevli bûn û li ser navê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê jî Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed amade bûn. Endamê KBK’ê û hevserokê PYD’ê Salîh Muslim ji ber ku li derveyê welat bû tevlî nebû.
Endamê DBK’Ê Ehmed Sileman der barê civînê de agahî da û destnîşan kir ku di civînê de der barê rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de û her wiha di rewşeke mudaxeleya leşkerî de helwesta kurdan dê çi be Nîqaş kirine. Her wiha hate diyar kirin ku der barê 2’emîn Civîna Cenevreyê ya ku bi pêşengiya DYA û Rusyayê dê pêk bê de, kurd dê helwestek çawa nîşan bidin jî nîqaş hatiye kirin.
Ehmed bi got ku projeya rêvebereya demî ya ku PYD’ê demek berê pêşkêş kiribû jî hatiye nîqaşkirin û hatiye qebûlkirin.
Ehmed diyar kir ku sedema ku ev 6 meh e berhev nebûne, Partiya Azadî ye û got: “Di civînê de ji vê pirsgirêkê re çareserî dîtine” û anî ziman ku dê li herêma Haleb û Efrînê komîteyek lêpirsînê ya pispor ava bikin.
Ehmed wiha got: “Li gorî agahî, belge û şahidan derket holê ku Partiya Azadî bi komên çekdar re tevdigere û tevli êrîşên li dijî sivîlan bûne. Ji ber ku ev rewş bê lêpirsînkirin dê komîteyek bê avakirin. Piştî komîte rapora xwe pêşkêş bike dê biryarê bigirin.
Serokê Partiya Azadî Mustafa Cuma bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyeyê û komên El Qaîdeyê tê sûcdarkirin û li Herêma Federal a Kurdistanê tê parastin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, dê DBK ji vir şûnde bi rêk û pêk civînên xwe pêk bîne.
diyarname