Berdevkê bi nave Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman ragihand ku, ji ber ku opozisyona sûriyê ne yekin, em wek desteya Bilind bi şandeke serbixwe beşdarî li cinêv 2 dikin.
Ehmed Silêman li Moskoyê piştî hevdîtina şanda DBK bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê re di kongireyekî rojnamevanî got: Şanda Kudî xwest ku weku Kurd bi serbixwe beşdarî kongireya Cinêv 2 bibin.
Silêman egera wê yekê vegerand ku ji ber ku opozisyona Sûriyê ne yekin û gelek kom hene ji mafê wane jî beşdarî kongireyê bibin.
Berdevkê binavê Desteya Bilind a Kurd got: Şanda Kurdî teqez li wê yekê kir Kurd hêza herî rêxistinkirî û wê bikare piştgîrbe bo serxistina kongireyê di xizmeta Sûriyê û gelê Sûriyê.
Her weha pêştir jî wezareta derve ya Rûsyayê duh 4/6, di beyannamekê de ragihandibû ku Kurdên Sûriyê piştevaniya destpêşxeriya sazkirina kongireya navdewletî derbarê qeyrana Sûriyê de dikin û ew amadene beşdarî têde bikin.
PUKmedia/Rûsya Today