DAXWIYANIYEK JI BO RAYA GIŞTÎ

Share Button

DAXWIYANIYEK JI BO RAYA GIŞTÎ

Mîna binpêkirinekê ji serweriya welatê sûriya re, Hêzên Turkiya di (9.10.2019)`an de, li seranserî sînorê xwe li gel Sûriya, ji Kobanê ta Dêrikê, gund û bajarên aram kirin armanc ji top û firokên şer`re, di encam de bi dehan ji xelkên sivîl şehîd bûn, û bi sedan birîndar bûn, û bi sedan hezar jî koçberî navçeyên aramtir bûn.
Em di partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, di dema ku em vê êrîşa hovane û bê bihane li ser navçeyên me yên aram, pirotisto dikin, di eynî demê de jî em piştgîriya xwe ji miletê xwe re li beramber vê destdirêjiyê, radigihînin, û herwiha di vî warî de jî em doza tevkariyê dikin di navbera xelkên deverê de ji Ereb, Kurd, Ermen, Siriyan û Aaşûrî, ku karibin vê derfetê ji destê dujmin derxin û êrîşên wan beravêtî bikin, û em navtêdana tevan dikin ku di malên xwe de bimînin, ji ber ku armanc ji vê êrîşê belavkirina tirsê ye di nav xelkê de, bi mebesta valakirina deverê ji nişteciyên wê yên resen, û berdana destê tawanbar û dizan ku turkiya bi xwere anîne ku malên xelkê talan bikin, û em bawerin ku çareseriya aştiyane tenha rêgaye ji bo derbaskirina welatê me sûriya ji vî bazinê tûndûtûjî û tîrorê û destêwerdana derekî di karûbarê wî de, ev destêwerdan eger dibin her navekî yan behaneyekê de be.
Herwiha em helwîsta navdewletî û erebî ya fermî û gelêrî, bilind dinerixînin, ku ev êrîş pirotisto kirin, û li kêleka miletê me sekinîn di vê astengiya wî de, û em di eynî demê de pêwîst û giring di bînin ku komelgeha navdewletî bi rola xwe rabê di rawestandina hovîtiya turkiya, û destdirêjiya wê, û em bangî rewenda kurdî û kurdistanî li derve dikin ku bi zortirîn xwepêşandanên aştiyane ra bin ji bo fişarê bidin ser hikumetên xwe, û hewil bidin raya giştî ya navdewletî bînin deng li dijî vê êrîşa hovane.
Tevî bangewaziyên me yên berdewam ji bo yekxistina helwîsta kurdî ya hevbeş, yê me di partiya demoqrata kurdî li sûriya, em bangewaziya xwe ji bo hemî partiyên kurdî û komelgehên sivîl dûbare dikin ku helwîsta xwe bikin yek û amade kirina her pêwistiyekê ji bo rawestandina vî şerê hovane, û dûrketina hin aliyên kurdî ji dûdiliyê û ji helwîstên xwe yên şermane.
Qamişlo 10.10.2019
Komîta Navendî
Ya partiya demoqrata kurdî li sûriya

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...