Ji çend sedsalan ve, Kurdistan (welatê Kurdan) di bin gef û zordariya mêtinkeran de dijî, û bêhtir ji carekê hatiya parçekirin. Cara yekemîn, di encamên şerê Çaldîranê de, Kurdistan di navbera Osmanî û Farisan de dabeşbûye. Lê, di sala 1916ê de, hevpeymana (Saykis-Pîko) dîsa Kurdistan di navbera welatên mêtinker û zordar de dabeşkiriye; û ev cara diwemîn bû ku Kurdistan parçe dibê. Rast e, dagîrkerên stemkar û xwînmij Kuştin, zordarî û komkujî li hemî parçan bi tundî derheqê miletê Kurd de bikar tanîn; lê, vî miletê berxwedêr qet xwe radestî dijmin nekiriye, û ji bo rizgarkirina welatê xwe û bidestxistina mafên xwe yên rewa, her û her wî li ber xwe daye, bi serhildanan rabûye û gelek şoreş di riwê zilm û zora dijminan de vêxistine, çunkî ew xwedî hestekî netewî pir bilind bû. Ev yek jî baş zelal û xuya dibê dema em li berhemên helbestvan, torevan û wêjevanên Kurd yên wek Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî vedigerin. Van lehengan bi helbest û nivîsarên xwe baweriyên miletê Kurd bi serkeftina doza Kurdî ya dadmend xurtir dikirin; û îro roj, encamên vê xebata wan li ber çavan zelal dibin.
Hêjayî gotinê ye ku, yek ji van encaman rapirsîna pîroz ku wê li Başûrê Kurdistanê di 25. 9. 2017ê de, ji bo serxwebûna Kurdistanê bête sazkirin. Bi cîbicîkirina vê giştpirsê, miletê Kurdistanê ji tevaya cîhanê re didê xuyakirin ku ew dixwazin biryarên xwe bi xwe bistênin, û jiyaneke bi rûmet di welatê xwe yê nû de bijîn. Di heman demê de, vaye li Rojavayê Kurdistanê jî biryara cîbicîkirina Federalizma Rojava û Bakurê Sûriyê hatiye standin, û karûbar jê re dibin da ku miletê Kurd û hemû pêkhateyên din bibine xwediyê standina biryara xwe ya hem netewî, hem jî neştîmanî.
Em, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, pê bawer in ku doza miletê Kurd rewa û dadmend e, û ji ber ku em erkên xwe yên netewî û herwiha yên neştîmanî jî nasdikin, loma em vê berxwedana pîroz ya Pêşmergan, YPG û YPJ di van herdu parçên Kurdistanê de bilind dinirxênin. Di heman demê de jî, em banga xwe digihênin hemî welatiyên Başûrê Kurdistanê da ku di roja 25. 9. 2017ê de berê xwe bidine navendên hilbijartinê, û li ser daxwaza serxwebûna Kurdistanê û bi dengê xwe bilind bikin û bêjin (ERÊ/BELÊ) .
Li Rojavayê Kurdistanê jî, em pê bawer in ku Federalîzm çareserî ye ji kirîza Sûriyê re. Herwiha, em banga xwe digihênin tevaya hemwelatiyên Rojava û Bakurê Sûriyê ku di hibijartinên xweseriya van herêman de hevpişk bin, û berbijêrên/namzetên hefkûf ji her cihekî re hilbijêrin. Bi vî awayî, em didine xuyakirin ku çawa di sengerên şer de em biser dikevin, wiha jî em dikarin xwe bi xwe birêve bibin.
– Erê bo giştpirsiya Başûrê Kurdistan
– Erê bo federalizima Rojavayê Kurdistan
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
Qamişlo: Êlûna 2629k/2017z