Daxuyaniyek ji nerîna giştî ya cîhanî re di derbarê şerê ragihandî li ser miletê Kurd li girê Sipî (Til Abyed)

Share Button

210Miletê me di Kurdistana başûrê rojava de li girê sipî (Til abyed)
Toşî radanseriyeke belawelayî ji aliyê komên oldar yên xwîndar bi hemû navên xwe yên têvil yên girêdayî rêxistina Alqa,îdê ya xwîndar û tundrew têt, û bi alîkariya hin şovîniyên Ereb û Tirk yên armanca wan aramî û hebûna xelkê di herêmên wan deye, ku ew tirs û wêrankirinê di wan herêman de belav dikin, ne ji ber tiştekî, tenê ji ber ku ew zarûzêçên miletê Kurd in.

Em di şaxê Ewropayê de yê Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê van karên hovane û tundrew şermezar dikin, û em dozê li hemû partiyên Kurd û sazuman û civakên şarewerî bi xort û porsipî û mêr û jinên wan dikin, bo yekdest bin û li hember van koman bi rawestandineke mêrane rabin, herweha em dozê li civaka navdewletî û rêxistinên mafên miovan dikin, ku wan şermeza bikin, û alîkariyeke heyberî û û razberî ji zarûzêçên miletê Kurd re li girê sipî û gundên derdora wî pêşkêş bikin.

Û di vê derbarê de, em piştgirin bo wan destên ku dijminatî û tundrewîyê dûrî miletê me bikin, û em dozê li wanên ku hîn negihiştine piştgirbin bo berevaniyê li hebûna Kurd di girê sipî û navçeyên din de bikin, û bighêjin birayên xwe di eniyên pêşî de ji şerên li dar in, ji ber ku heger ew komên gefdar û tundrew di kîjan şerî de bi ser kevin, wê ji miletê me re li Kurdistana başûrê rojava sejêriyê bi xwe re bîne, û yên ku îro mal û rûmeta wî parastî be, wê sibe ne wa be, û nexasim ku ev xwîndar li dijî vîna miletê Kurd Xwedê neke bi ser kevin.

Silav li giyanê pakrewanên Kurd û stûxwarî û serjêrî ji tundrewa û xwîndaran re.

Silav ji şervanên Kurd re, yên ku di tabiyên bervaniyê de xweragirtine bo rûmeta miletê Kurd.

Desteya ragihandinê ya şaxê Ewropa ya Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê

22.07.2013

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 84 من جريدة التقدمي

صدر العدد (84) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...