Di 3 / 5 / 2018 Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civîna xwe li darxist û di civînê de hejmarek ji gotarên rêzanî û rêxistinî hatin giftûgokirin.
Li ser asta rêzanî ya sûrî nivîsgeha rêzanî tekez kir li ser helwesta xwe û banga xwe ya herdemî di vexwendina civaka navdewletî de ji bo peydakirina çareserkirineke siyasî ji qeyrana Sûrî re da ku kuştin , talankirin û kavilkirinên li welêt çêdibin bi dawî hûnin û ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di Rûmet û Azadiyê de û di nav de mafên gelê kurd ên Demoqrat û Netewî.
Herwiha civîna Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Pêşverû li ser dagirkirina Efrînê û rewşa miletê me li wê herêma bêrdar rawestî û bi dirêjahî li ser êş û jana Kurdan li Efrînê ji dagirkeriya Tirkî û derbasbûna aliyên leşkerî yên girêdayî bi artêşa tirkî ve rawestî û ew kiryarên dzî û talankirina mal û milkên welatiyan û guhertina dîmoxrafî ji herêmê re hate şermezar kirin , û di vê derbarê de nivîsgeha rêzanî bang li civata navdewletî kir ku çareyekê ji rewşa Efrînê re bibîne û piştgirî û alîkariya wan bike di vegera gelê me li bajar û gundên xwe , Herwiha fişarê li ser hikometa tirkî bike da ku ji bajar û gundên Efrînê vekişe û herêmê radestî gelê wê bike û rêveberiya wê ji gelê herêmê re bihêle.
Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Pêşverû li ser hilbijartinên perlemanî yên Iraqî rawestî yên ku di heyameke beramberkî li ser asta Iraq û herêma Kurdistanê û di vê çarçewa siyasî de nivîsgeha rêzanî bang li gelê Kurdistana Iraqê kir û ji wan xwest ku dengê xwe bidin lîsta Yekîtî Niştimanî Kurdistan a bira
Ev Partiya xebatkar a ku serokê hêja Celal Talebanî damezrandiye YNK partiya pakrewanên dilêr û lehenge yên ku ax û xaka Kurdistanê bi xwîna xwe ya pîroz avdane ji bo pêkanîna mafên netewî ji gelê kurd re , û nivîsgeha rêzanî bi hêviya serkeftinê ye ji lîsta Yekîtî Niştimanî Kurdistan re ji ber ku ew lîsta xebatkara ye û lîsta heval Mam Celale.
Har Herwiha nivîsgeha rêzanî ya Partiya Pêşverû bi hêviye ku xebat û keda hemî lîsteyên kurdî li Bexdadê bibn yek da ku berevaniya berjewendiyên gelê kurd li Kurdistana Iraqê bikin û ji bo pêkanîna pêkvejiyan û danûstanê di navbera hikometa navendî û hikometa herêmê de ji bo berjewendiyên gelê Iraqî bi hemî pêkhateyên xwe û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi giftûgokirin û şêweyên rêzanî.
Li dawiyê nivîsgeha rêzanî li ser rewşa rêxistinî, ragihandinî û cemawerî ya partiyê rawestî û di vê derbarê de hejmarek ji biryaran hatin standin bi armanca pêşxistina karê partîzanî.
Qamişlo 3 / 5 / 2018
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo