Daxuyaniya dawî ya konferansê şaxê Ewropa yê PDPKS

Share Button

994800_486415631434871_1222923552_nDi rojên panzdeh û şanzdehê pûşberê 2013 a de û di çarçoveya rewşên pir aloz û bi qeyran de ya ku Sûriya têre derbas dibe, ji ber şoreşa gel ya aştiyane ya di avdara 2011 a de dest pêkiribû, bi daxwaza herifandina recîma sitemkar, ya ku diktatoriyetê berisiva wê bi hasin û agir da, û bi helkeftina şahiyên miletê me yê Kurd di bîranîna pêncî û şeş sal ji damezirandina rêxistina yekem ya Kurd ya rêzanî ya di Sûriyeyê de, konferansê dudiya yê şaxê Ewropa yê partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê li Elmanya bajarê Bielefeldê û bi beşdarbûna nûnerên partiyên Kurd û Kudistanî yên bira û nûnerên civaka şaristanî û kesayetiyên torevan û rêzanvanên serbixwe hate lidarxistin.

konferans karên xwe bi dawî anî, bi sitandina komek ji biryaran, bo bizava alîkarya karê Kurdî yê hevbeş di çarçoveya encûmena niştimanî ya Kurd û desteya bilind ya Kurd de, bo hevpariyê di piştgiriya şoreşa Sûriyeyê ya mezin de bike, ta ku armancên wê yên xanedanî û yên ku li gorî nerîna me di avakirina sîstemeke dîmoqratî piralî û zanyarî di awayê ne navendiya rêzanî de (Federal) di nav de mafên miletê Kurd yên rewa li gor peyam û belgeyên navdewletî yên bi kar, û di heman derbarê de konferans nerazîbûna xwe ji derengxistina di serxistina sazbûna dezgehên encûmena niştimanî ya Kurd li seranserî Ewropayê da.

Herweha konferans komek ji kirdarişan sitandin, yê ku karê rêxistinên partiya me di dewletên ewropayê de çalak dike, bo wê desteyên têvil hatin avakirin, mîna ragihandin û têkiliyên giştî û bilî wan.

Di derbarê pakrewanan de konferans silav ji yên şoreşa Sûriyeyê bi giştî û yên Kurd bi taybetî re şand, yên ku xwîna xwe bi erzanî di rêka bidestxistina azadî û rûmetê de ji Sûriyan re texan kirine, herweha konfrans silav li hemû xebatkarên Kurd, yên ku bi şev û roj kar dikin, bo aramî û tebat di Kurdistana Sûriyê de bête bicîkirin, û ewên ku bi mêrxasî berevaniyê lê dikin, li hember hêzên tundrew û gefdar yên ku dixwazin vîna gelê Kurd di azadî û serbestiyê de bişkînin.

Desteya ragihandinê ya şaxê Ewropa ya PDPKS

17.06.2013

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 87 من جريدة التقدمي

صدر العدد (87) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...