Daxuyaniya capemenî

Share Button

Ji 20 heya 24 çiriya paşîn û di bin silogana ( Ber bi pêkanîna mafên netewî ji gelê kurd re di Sûriyak Demoqrat û Federal de) kongirê çardemîn ( Kongirê Pakrewanên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) li darket, û di wan çar rojan de hemî mijarên rêxistinî û rêzanî hatin gengeşe kirin.

Ji aliyê niştimanî sûrî de û ji encama berdewamiya rêjîmê di şerê xwe yî hovane de li ser gelê sûrî ji aliyekî ve, û firehbûna hêzên teror ji aliyekî din ve.

Kongir tekez dike li ser çareseriya siyasî ji qeyrana welatê me re û piştgiriyê dide ji keda hêzên nav dewletî re ji bo çareseriya qeyrana sûrî re.

Herwiha kongir bang li hêzên dujberiya sûrî dike ji bo yekîtiya aliyên xwe bi nêrîn û pirogramekî rêzanî zelal, û avakirina bereyeke yekgirtî li hundir û derveyî welêt ji bo berxwedana terorê bike, herwiha kongir balkişad li ser rola partiyê di nav hemahengiya niştimaniya sûrî, û avakirina xweştirî peywendiyan bi hemî aliyên dujberiya sûrî re.

Ji aliyê ntewî kurdî û ji encama rewşa xirab û dijwar a ku meydana siyasiya kurdî jê digazîne, ji parçebûn û nakokiyên di navber aliyên tevgera netewiya kurdî de, kongir biryar da bi pirojeya avakirina navenda biryara siyasî ya kurdî bi hemî hêzên tevgera kurd re ên di nav Encûmena Niştimaniya Kurdî de û yên li derveyî encûmenê,û dan û stan bi hemî aliyan re were kirin, û di vê derbarê de kongir bang li partiyên kurdistanî yên sereke dike ji bo pêkanîna vê armancê, û piştî dan û stanek kûr û dirêj ji rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê re, û bi baweriya me tu aso ji xebatê re di nav encûmenê de neman, ji ber vê yekê kongira me biryar stand ku em ji nav encûmenê vekişin û Em hêviya serkeftinê ji encûmenê re dixwazin.

Ji aliyê berevanî û parastina herêmên kurdî de ji rêxistinên teror û di serî de rêxistina Dewleta îslamî ya xwînmij, kongir tekoşîn û fedekariya Yekîneyên parastina gel û Yerkîneyên parastina jinê bilind nirxand û tekez kir li ser helwesta xwe di avakirina Lêvegereke siyasî ji van yekîneyan re.

Ji aliyê rêxistinî ve : piştî xwendinek dirêj ji rewşa partiyê re kongir hejmarek ji biryaran stand ji bo xortkirina rola partiyê ji aliyê rêzanî , cemawerî , û ragihandinî, û tozikek hundirî nuh bi mîkanizmên rêxistinî yên nûjen ji karê partîzanî re danî, herwiha bername û rêznameyek siyasî nuh li gor nêrîn û rewşa miletê kurd li kurdistana sûriyê danî , û komteyek navendî nuh hilbijart û ew komît nûnertiya hemî pêkhateyên partîzanî dike wek jin û ciwanan, herwiha komîta navendî ya nuh nûnertiya hemî herêmên kurdî li kurdistana sûriyê dike.

Di vî kongirî de careke din tevahî hevalan damezrenêrê tevgera netewî ya kurdî heval Hemîd Derwîş hilbijartin sekreter ji partiyê re.

Li dawiyê kongir spasiya beşdarbûna şanda Yekîtî Niştimanî Kurdistan dike, Herwiha spasiya birûskên pîrozbahiyê ên ji aliyê Partiya Demoqrat a Kurdistana iraqê û Partiya Sosyalîst a Kurdistana Turkiyê û K.c.k û nameya desteya hemahengiya sûrî ,û spasiya beşdarbûna şanda Partiya Zehmetkêşan a kurdistana Iraqê û Partiya Sosyalîsta Demoqrat a Kurdistana Iraq, û Komela şoreşgeranî Kurdistanî îran,û partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî, Tevgera civaka Demoqrat Tev dem , û Desteya hevrêza niştimanî , Partiya Sosyalîsta Erebî, Rêxistina aşorî ya demoqrat , Rêxistinên civaka sivîl, Hevalên kevin, û kesayetiyên Erebî û mesîhî, herwiha kongir spasiya partiyên kurdî û kurdistanî dike yên ku birûskên û pîrozbahî û pişgiriyê ji kongira me ya çardemîn re şandin.

Komîta serokatiya kongirê çardemîn ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

werger ji erebî: Hişmend şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...