Daxuyanî ji nerîna gîştî re

Share Button

Bi pêguhdana banga mamoste Ebdilhemîd Derwîş hejmarek ji nûnerên partiyên kurdî li Sûriyê li hev civiyan ji bo xwendin û gengeşekirina gefên Tirkiyê ji herêmên kurdî re , civînê tekez kir li ser metirsiya van gefan li beramberî hebûna kurdî li Sûriyê , û eger Tirk van gef û operesyonê bike wê encam û bêtareke mezin bi ser gelê me de bîne û ezmûna Efrînê li ber çavên me hemiyan xuya ye ji ber sedema kiryarên hovane yên li dijî mafê mirovan ji zordarî , dizî û talanikirina mal û milkên welatiyên kurd , ji bilî guhertina demixrafî ya ku dewleta Tirk û hêzên çekdar bi ser gelê me de dimeşînin , û ji em ku em karibin rê li pêş van metirsiyan bigrin civîn yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî pêwîst dibîne di vê dema nazik û hestiyar de ya ku di ser gelê me re derbas dibe , Herwiha bi Vexwendina aliyên ku beşdar nebûne di pêşerojê de beşdar bibin ji bo datişkirin û pesendkirina helwesta kurdî ya yekgirtî û hevbeş da ku em karibin di vê demê de rê li pêş van gef û metirsiyan bigrin.

Partiyên kombûyî li ser sazkirina şandekê li hev kirin da ku danûstanê bi aliyên nebeşdar bûyî re bikin ji bo ku di civînên bê de beşdar bibin di , û lêgerîna derveçûn û çareyekê ji van metirsiyên li ser gelê kurd re.

Di vê çarçewê de aliyên beşdar tekez kirin ku ev gef qeyrana Sûrî hîn zêdetir ber bi girêk û aloziyê ve dibe , û rêya çareseriya rêzanî ji vê qeyranê re dereng dike , ji vir de kesên beşdar bang li civaka navdewletî , Neteweyên yekbûyî , Rêxistinên mafên mirovan û dewletên bi bandor di qeyrana Sûrî de kirin da ku bi berpirsiyartiya xwe li hember gefên Tirkiyê yên dijmanane rabin û rê li pêş berçîtiya firehiya wê li Sûriyê bigre.

Herwiha civînêtekez kir ku tu rê li pêş sûriyan nînin ji bilî dan û stanê û rûniştina li ser maseya diyalogê , û çareserkirina doza Sûrî bi şêweyên rêzanî ji bo dûrxistina metirsî û destwerdanên derveyî di karûbarên Sûrî de û di nav wan de destwerdana Tirkî.

Qamişlo 20 / 12 / 2018

Ên îmze kirine :

1- Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê “HEVBENDI”

2- Yekîtiya Lîberal a Kurdistan

3- Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê

4- Partî Komonîstî Kurdistan

5- Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistan

6- Partiya Azadî ya Kurdistanî – Azad

7- Partî Niştimanî Kurdistan

8- Partiya Azadî ya Kurdistan ( Emîndariya giştî )

9- Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

خالد بركات : قصة السلحفاة والأرنب

بعد مرور أسبوع على سقوط نظام الطاغية الأسد، الأحداث تتسارع على مدار الساعة في العاصمة ...