Di 23 / 9 / 2017an de Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civîna xwe li darxist û di civînê de gelek mijarên rêzanî û rêxistinî hatin gotobêjkirin
Li ser asta niştimanî ya sûrî
Rewşa giştî ya welêt hat nîqaşkirin ew rewşa dijwar a ku hişt bi hezaran ji civaka sûrî koçber bibe û li xerîbiyê penaber bimînin , Ew bû sedemek ku jana xelkê sûrî zêdetir bibe lewre civata navdewletî neçar ma ku çareseriyê ji vê qeyranê re bibîne.
Di vê derbarê de civatê daxwaxa giftogûyek berpirsiyar û bê merc da ku bighên çareseriykê ji qeyrana sûrî re.
Li ser asta Netewî ya kurdî
Civînê tekez kir liser girîngiya dan û standinê di navber hemî aliyên tevgera netewî ya kurdî re ( Encûmena Niştimanî ya Kurdî , Tevgera Civaka Demoqrat , Hevbendiya Niştimanî ya kurdî li Sûriyê ) û partiya me û partiyên din da ku em bighên nerînek hevbeş ji bo parastina berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê û ji bo yekîtiya helwesta kurdî ji bo em karibin diyalogê bi kesên xwedî biryar re bikin di derbarî çareserkirina qeyrana sûrî û ji bo pêkanîna mafên netewî yê gelê kurd li Sûriyê, Herwiha Komîta Navendî tekez kir li ser girîngiya avakirina şandeke kurdî serbixwe ji hêzên rêzanî û rêxistinên civaka sivîl da ku karibe nûnertiya gelê kurd di hemî kongir û civatên navdewletî de bike.
Li Ser asta Kurdistanî
Komîta Navendî bi dirêjahî li ser rewşa rêzanî ya her çar parçeyên Kurdistanê rawestî û bi taybetî li Kurdistana iraqê û di derbarê piştgiriya rêfrandoma serxwebûnaKurdistanê de komîta navendî piştgiriyê dide mafê gelê Kurdistan li gor zagona navdewletî bi mafê çarenûs ji gelê Kurdistanê re.
Herwiha civatê bang li hikometa herêma Kurdistanê û li hikometa navendî ya Bexdadê kir ku hemî pirsirêkên xwe bi şêweyên diplomasî çareser bikin.
Li Ser asta rêxistinî
Komîta Navendî rewşa rêxistinî li ser
hersê herêmên kurdî rawestî û di wê çarçewê gelek biryar ji bo pêşxistina karê rêxistinî, ragihandinî û cemawerî hatin standin.
Qamişlo 24 / 9 / 2017
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo