Duh li bajarê Silêmaniyê, di hola politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, , bi amadebûna berpirsê mekteba peywendiyên giştî heval Rizgar Elî, berpirsê peywendiyên Kurdistanî Mehmûd Salih, endamê mekteba peywendiyên giştî yê Kurdistanî mamoste Xalid Xidir, şandeke ji nûnerên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku pêkhatibû ji nûnerê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Elî Şemdîn, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dr. Cefer, nûnerê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Fethula Huseynî, nûnerê Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şelal Gedo, nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yusif û nûnerê Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî Hoşeng Derwîş, ji aliyê endamê desteya kargêrî yê politburoya YNK`ê heval Qadir Heme Can ve hate pêşwazî kirin.
Di wê bare de, endamê desteya kargêrî yê politburoya YNK`ê heval Qadir Heme Can helwesta ronî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê aşkire kir û bi taybet li bare rewşa bajarê Amudê, aşkire kir ku ew bûyerên ku rûdane cihê xemgîniyê ne û wê bi nerênî vegere ser cçgeha Kurd û partiyên wê û hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê. Heme Can aşkire kir ku pêwîste hemû alî dest bi helwest bikin tako ev rewş bête aram kirin û bi riya diyalog û danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin.
Her weha Qadir Heme Can dazanîn ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li dijî her cure şer û pevçûneke çekdarî li Rojavayê Kurdistanê di navbera gelê Kurd de ye û wê yekê qet napejirîne û hemû aliyan vedixwîne bo yekrêziya nîştimanî û yek helwesta neteweyî di navbera partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de.
Her weha berpirsê mekteba peywendiyên giştî heval Rizgar Elî jî nêrîna xwe anî ser ziman û got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê her dem dixwaze pirsgirêk û kêşeyên li Rojavayê Kurdistanê bi aramî bêne çareser kirin û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê niha jî amade ye ku wê aloziyê çareser bike û rewşa dawiyê yê li Amûdê jî bi awayekî guncaw çareser bike û hêminiyê ava bike.
Her weha di dawiya civînê de, Partiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku di wê civînê de amade bûne de, beyannameyek di derbarê çaresekirina aloziya li Amûdê weşandin.
Ev in partiyên ku amade bûne û beyanname derxistine: Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ,Partiya Çep a Kurd li Sûriyê , Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî.
PUKmedia