Di roja yekşemê 05.05.2019z – 2631k de rêxistina partiya me li orta Elmaniya bajarê Kasselê civîna xwe li dar xist.
Civîn bixêrhatina endaman ji aliyê endamên desteya birêvebir ya rêxistina me li Elmaniya heval Mistefa Tewfîq dest pêkir. Û piştî rawestandineke bêdeng li ser giyanê pakrewanên miletê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwaz û yên Sûriyeyê, hevalan dest bi karnameya civînê kirin.
Bi gelemperî hevalan li ser rewşa siyasî axivîn û piştgiriya helwest û hewildanên serkirdeyên partiya me kirin, di çareserkirineke aştiyane de bo kêşeya Sûriyeyê- û bi destxistina mafên miletê me yê Kurd di destûr û sîstemeke demoqrat de li Sûriyeyê. Herweha piştgiriya karê serkirdayetiya partiyê di lidarxistina semînar û hevdîtinan de li ser astê Sûriyeyê û herêmên kurdî kirin.
Paşê hevalan gengeşî li ser xalên rêxistinî û diravî û çalakiyan li gel rexne û pêşniyarên bi nirx kirin.
Desteya ragihandinê ya rêyistina Elmaniya ya
partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyê
05.05.2019z – 2631k