CIVÎNA PSK A LI NAVERASTÊ ALMANYA BI SERKEFTÎ DERBAS BÛ

Share Button

psk-nrw-civinomîteya PSKê ya li Naverasta Almanya roja 09.10.2016 li bajarê Köln;civînek li darxist. Civîn bi coşek mezin, girseyî û bi serkeftî pêk hat.

Civîn; bi silavkirin û xêrhatina mêvanan ji alîyê endamê komîta PSK ya NRW Lezgîn Aydogmuş û bi rêzgirtina şehidên azadîya Kurdistan hate vekirin.

Pişti vekirinê, Pêşkêşvana civinê Zehra Topgider beşdarvan Silav kir û bona axaftina xwe bikê endamê meclîsa PSK ya derveyî welat Brêz Sîdar Bingol dawetê mîkrofonê kir.

Sîdar Bingol destpêka axaftina xwedê mêvanan silavkir û bo hatina û pişgirtîya wan spasîya wan kir.

Bîngol; li ser kar u xebatên dema ilegalitê a PSK, û zilm û zordarya dewleta tirk li ser PSK û partyên din yên Kurdan rawesta û waha berdewam kir; PSK 40 sal di bin ilegalitê de kar û xebat û tekoşîn da.

Di van 40 salên boride bi sedan hevalên me hatin zindankirin û işkence li wan hate kirin. Ez bixwe jî hatim girtin û îşkence li min hate kirin. Me xebata ilegalite ji keyfa dilê xwe ne hilbijartibu, şert û mercên wê demê me mejburê xebat û tekoşîna îllegal kiribûn.

Lê jivir du sal berê Partîya me Kongra xwe a 10 li darxist.di wê Kongrêda mijara legalîtê berfirehî hat niqaşkirin. Piştî nîqaşa dûr û dirêj kongre bi piranîya dengan biryarda ku êdi partî were legalîze kirin, li Welat û Tirkiyê Partî kar û xebatên xwe eşkere bike. Lê hin hevalên me kû di kongrêde biryarê pêjirandin û biryara kongrê li serpîan jêre çepêk lêdan,mixabin dema vegerîyan Ankarê li pişt biryara xwe nesekinîn. Helwesta van hevalan bêguman zerar da yekitiya partya me.

Di vê pêvajoyê de tomet û neheqîyên mezin li me hat kirin, me sivik, û picûk xistin. Wan bawer nedikirin kû em Partiyê di qada legalde bixin nav tekoşîne.Digotin Endamên komita navendi wê cesaret nekin vegerin welat. Piştî kû Sekreterê me yê giştî Kek Mesud TEK û hevalên xwe vegerîyan Amedê, vêcarê gotin evana 30 kesî nikarin bînin cem hev û partîyê avabikin…. Lê xeyalên wan hevalan yek bi yek pûç derket. Piştî 36 salan Serokê partya me brêz Mesud Tek bi gelek qadirên partyê vegeriyan welat, dest bi kar û xebatên legaliteyê kirin û di 30. Gulan 2015 de, 97 mêrxasên bijarte yê Partîya me,di bin ala kurdistan û partyê de daxwaznama eşkere buna PSK ê li Ankara dane wezareta hundir a Tirkiyê û di heman rojê de belgenameya serlêdanê girt. Ev yeka tenê bi serê xwe serkeftinek mezine. Pişti ilegalita 40 salan û dibin zor zehmetyan de, PSK bi hemu nirxên xwe hate legalîte kirin, ez bawerim dirok wê vê gava mezin û pîroz binivsîne.

Di demek kurtde weke 8 mehan de PSK gelek karên berbicav jî kirin; PSK li hêlek kar û xebata siyasî, li helekde ji kar û xebata rêxistinî meşand. Li himber bûyêrên çi li welat, çi li derî welat bê deng nema. Derbarê rudaw û buyeran helwesta xwe destnişan kir,cih hat çalakîyan li darxist. Li hêladinli şar û bajarên Kurdistanê û Tirkîyê kar û xebata rêxistînî meşand. Partîya me heta niha li Amedê Mêrdîn, Dêrsim,Wan,Agirî Dilok Manisa, Ankara,Îstenbul bi tevi du navcên wê xistinên xwe avakiriyê, di bernama me de gelek navce û bajarên din ji hene.

Brêz Bingöl di berdewamya axaftina xwe de li ser pêvajoyên beşên din ê Kurdistanê rawestya û waha got; Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me li himber rejima despot li ber xwe dide û xwe diparêzê di wê tekoşînê de çi ji destê me were em bona birayên xwe amade ne.

Li Rojavayê Kurdistanê helwesta PYD ê li himber partyên din û siyaseta wé ya ” tenê ez û ez” zirarê dide tekoşîna Kurdistana Rojava û ev yeka nayê qebul kirin. PYD divê li peymana Hewlêr û Dihokê wegere bi hemu partyên din re hevkarî bike,wê siyaseta xwe ya şaş di berçavan re derbaske û bihêle Pêşmergên Roj derbasî Rojavayê Kurdistan bibin.

Bingol di dawiya axaftina xwe de jî, li ser Başurê Kurdistan rawestiya û waha got:

Di rojeva başurê Kurdistanê de serxwebuna Kurdistan heye. Em weke PSK piştgirya serxwebuna Kurdistan dikin û bawerin,lawê General Mustafa Berzanî bona avakirna serxwebuna Kurdistanê bi biryare.

Em ji weke PSK di vê pêvajoyêde bi hemu awayi li kêleka wi ne û ji dil piştgirya wî dikin.

LI bakurê Kurdistan ji em gelek rumetê didin yekîtî û hevkarîya hêzên kurd û bona wê jî çi ji destê me tê em dikin û emê bikin.

Bingol berya ku dawî bi axaftina xwe bîne bal kişand xebata li derê welat. Ji bona lobi û xebata derveyi welat ji divê em geleki gringi bidin ciwan û Jinan, wan bikşinin nav tekoşinê ji ber di tekoşinê de Jin û ciwan rehên qalind û ê pêwistin.

Di civina PSK a Kölnde ji hercar beşên kurdistan, berpirsên Partîyên Kurdistanî beşdarbûn û her yekî axaftineki giranbaha kirin. Partîyên beşdar û axaftin kirin evana bun;

Partiya Demokrat a Kurdistan(PDK)

Brêz Ednan Bekir

Hizbi Demokrat a Kurdistan(HDKÎ)

Idrîs Rustemî

Partiya Demokrat a Kurdistan Suri (PDKS)

Brêz Bavé Eshed

Partiya Demokrat a Pêşveru Kurd li Suri (Pêşveru)

Brêz Selman Huso

Pariya Demokrat a Kurdistan (PDK ) Rojhilat

Brêz Kek Sultan Gulavi

Partiya yekiti a kurd li Suri

Brêz Xurşid Elika

Partiya Demokrat a kurd li Suri (El Parti)

Brêz Ekrem Ahmed

Partiya Demokrat a Kurdistan Bakur (PDK Bakur)

Brêz Kek Ziwer

Ji bilî siyastmedaran rojnamevan

Brêz Siyabend Huseyni û Parêzer Mahmud Kalo jî axaftin kirin

Hemu axaftinvanan di axaftinên xwe de li ser legalize kirîna PSK ê rawestiyan, gava ku PSK avêtiyê giranbiha nirxandin û piştgirya xwe bona PSK ê dan xuyakirin.

Di civînêde her weha; Aktivistê Kurd Mahmud Kalo kû ji Kobanê ye, û rojnamavan Sîyabend Husên ji her yeki axaftinekî kirin, pîrozbayî û palpiştîya xwe bi PSK ê re nîşandan.

Siyasetmedar û rojnamevan Murat Dagdelen,Lekolinvan û niviskar Seyîtxan Kûrêj û ji Kurdistana Rojava Dostê qedîm ê partîya me birêz Zaim Botani ji amadebûn.

Pişti axaftinan Pêşkêşvana civîne Zehra Topgider helbesteki Dr. Rodi xwend, bi vê helbestê beşdarvanan daxist nav xem û xeyalên kûr.

Di civînede her weha sînevizyoneki kû der barê kar û xebatên PSK de hatibûn amadekirin, ji beşdaranre hat pêşkêşkirin.

Di dawîya civînêde kesên ku xwestin bibin endamê PSK yek bi yek dawetê ser dikê ( sahnê) hatinkirin. Di civîne dor 50 kesî bûn endamê PSK. Di nav endamên nû de pirbûna jimara ciwan û jinan balkês û cihê dilxweşîyê bûn.

Sevgî Parmaksiz, Sîdar Bîngol,Mustafa Bîrden,Bekîr Topgîder, Ji Partiya Pêşverû Kek Salman û ji xelkê Kobanê Mahmud Kalo rozeta Partîyê bi pêsîla endamên Partîyê ve zeliqandin.

Civîn bi xwendina sûrûda ”EY RAQIB” û şîarên Bijî Azadîya Kurdistan, Bijî PSK dawî lê hat. Civîna PSK li NRW civîneki serkefti, bi beşdarîya 250 kesan di nav coşekî mezinde derbas bû.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...