Bi helkeftina 62 saliya damezirandina partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyeyê di roja sêşemê 18.06.2019z – 2631k de şandek ji rêxistina Elmaniya ya partiya me, ya ku ji endamê desteya navendî mamoste Selmanê Heso- û endamên komîteya têkiliyan birêzan Kamîranê Hesen û Mistefayê Tewfîq- û endamên desteya birêvebir birêzan Serdarê Imer, Nîzarê Hacî û Şêrzadê Ibrahîm- û heval Xelîlê Keleş pêk dihat, serdana çend xebatkar û hevalan kir.
Şandeyê pêşî serdana xebatkar û nivîskar birêz Bîlalê Hesen “Çolbir” kir, yê ku ji endamê pêşî bû di partiya me de û bi navê qehremanê Newrozê li çiyayê Kurmênc dihate naskirin.
Birêz Bîlal sipasiya hevalan li ser vê serdanê kir û roja damezirandina partiya me li hemû hevalan pîroz kir, û li ser hineh xebat û bîranîn û serpêhatiyên rêxistina partiya me li çiyayê Kurmênc û Heleb û Şam û Cizîrê axivî.
Di dawiya axiftina xwe de weha got:” Gerek e, nifşên nû dîroka damezirandina partiya me bixwînin, û xebata me ya netewî ji bîr nekin û li xebatkar û zanayên xwe xwedî derkevin.”
Paşê şandeyê serdana hevjîna xebatkar Ibrahîmê Hecî Sebrî “Edla Silêman” herweha heval Şehnaz Ebas kir û hêviya tenduristiyek baş ji wan re xwest.
Rawestgeha dawî ya şandeyê, serdana heval Asimê Hacî Musa û Mihemedê Derwêş bû- û roja damezirandina partiya me li tevan pîroz kir.
Desteya ragihandinê ya rêxistina Elmaniya ya PDPKS
18.06.2019z – 2631k