Celadet Alî Bedirxan di destpêka hejmara yekemîn a Hawarê van rêzan nivîsandiye:
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e
Tiştê herî girîng yê ku netewe dike netew, zimanê wî ye
Ziman hebûna netewê ye. Dema mirovek zimanê xwe wenda bike têkiliya xwe yê bi netewa xwe wenda dike.
Hebûna her miletekî bi hebûna zimanê wî ve girêdayî ye. Ji ber gava ez bêjim ez Kurd im. gereke ez zanibim bi zimanê xwe yê kurdî bi axêvim. Herwiha hemî gelên cîhanê ji vê rêzikê ne der in. lewre ustubariya her kurdekî ye .
li zimanê xwe xûdî derkeve pê bi axêve. bixwîne û binivîse.
kurd xwedî gelek rojên giring û watedar in.Di nava duzdeh mehên salê de, meh tune ku gelê kurd dîrokek nedaye nivîsandin.ji bo gelê kurd hemû mehên salê xwedî rojên dîrokî û watedar in. Em dikarin ji mehên salê meha gulanê bigirin dest. Hûn ji dizanin her neteweyekî roja cejna ziman heye û ev netewe her sal vê rojê bi germahiyek mezin û coşek mezin pîroz dikin.Em kurd jî 15′ ê gulanê weke roja cejna zimanê kurdî di pejirînin.Ev roj weke roja cejna zimanê kurdî hatiye qebûl kirin.Ji ber ku yekem car di sala 1932′ an de, di roja 15’ê gulanê de cara yekemîn bi sih û yek (31) tîpên zêrîn di kovara HEWARÊ de ji aliyê wêjevan û zimanparêzê kurd Celadet Bedirxan ve, bi zimanê zikmakî ango bi zimanê kurdî kovara pîroz HEWAR hatiye nivîsandin. ji ber vê sedemê ev roja pîroz û giranbaha ji aliye gelê kurd ve weke roja cejna zimanê kurdî hatiye pejirandin û kurd her sal vê rojê bi çalekî , şahî û panelan lidardixin û bi awayekî girseyî vê rojê pîrozdikin
Gelê kurd dê îsal vê rojê ji hemû salan girsetir û biçoştir bi çalekiyên cihereng pîroz bike û wê gelê kurd ji raya giştî re bide diyarkirin ku kurd dê hertim li ziman û hebûna xwe xwedî derkevin û ew ê dengê xwe bi gehînin tevahiye cîhanê.