Cegerxwîn di têkoşîn û çanda me de dijî

Share Button

Haluk Öztürk

 3Îro (22ê Çirîya Pêşîn) salvegera wefata helbestvan, nivîskar û siyasetmedarê gelê kurd ê hezkirî, seydayê Cegerxwîn e. Wî 29 sal berê li Stockholmê ji nav me barkiribû çûbû dilovaniya xwe . Em di salvegera wefata wî de careke din wî bi rêz, minetdarî û wefadarî bi bîr tînin. Ew ê di çand û dîroka gelê kurd de her û her bijî.

Li vêderê em ê li ser helbesta Cegerxwîn, rola wî ya di hişyarîya netewî ya sedsala çûyî de nesekinin. Di vê babetê de bi sedan nivîs, gotar û pirtûk hatine nivîsandin û hîna jî tên nivîsandin. Vê carê em ê bi kurtî qala hatina wî ya derveyî welat bikin. Dostî û hevkariya wî bi hevalên ”Riya Azadî” ; Federasyona kurdan li Almanya KOMKAR; kovara Dengê Komkar û bi taybetî jî kovara Roja Nû û Komkar Swêdê re rave bikin.

Seydayê Cegerxwîn, di sala 1979`a de, ji bo çapkirin û weşandina berhemên xwe, ji welat derket hat Swêdê. Ji ber sedemê qedexe û zordestiya ser gelê kurd û zimanê kurdî, wî jî bi neçarî berê xwe dabû sirgunê…

Cegerxwîn, li Evropayê, xwe li hevalên Kemal Burkay, hevalbendên Partiya Sosyalîst, komeleya KOMKARê girt û bi wan re dest bi projeya xwe ya weşandina pirtûkan kir. Li Swêdê hevalên Riya Azadî (Komkar-Swêdê) xwe dan ber vî karî. Rêvebirên Komkar-Swêdê û gelek endamên wê ketin xizmeta çapkirin û belavkirina berhemên Cegerxwîn. Wan bi navê ”Weşanên Roja Nû” weşanxaneyek saz kirin. Berî wê rojnameye Roja Nû dest bi weşanê kiribû. Wan bi dilxweşî û hewaseke mezin ji bo xizmeta çanda kurdî ev kar meşandin. Di nav çend salan de 8 berhemên Cegerxîn hatin çapkirin û li seranserî Ewropa û gelek welatên din belavkirin.

Bi van pirtûkan û gelek pirtûkên din, wek berhemên klasîk yên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mele Ehmedê Batê, romanên Erebê şemo, Pirtûkên Kemal Burkay, Prof. Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî û gelek nivîskarên me yên din pirtûkxana kurdî dewlementir kirin. Heşt pirtûkên Cegerxwîn yên ku Komkar-Swêdê (Roja Nû) çap û belavkirin ev in:

· Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû 1980 tockholm.

· Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû, 1982 Stockholm.

· Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû 1981 Stockholm.

· Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû 1983 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild I, Roja Nû, 1985 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild II, Roja Nû, 1987 Stockholm.

· Tarîxa Kurdistan cild III, Roja Nû, 1987 Stockholm.

· Folklora Kurdî (Kürt Folkloru), Roja Nû, 1988 Stockholm.

Cegerxwîn li Stockholmê li Taxa Tensta dijiya. Wî pênc salên dawîn yën jiyana xwe li vî welatî derbas kir. Lê vala ne disekinî. Li aliyekî karê nivîsandinê dikir, ji aliyekê de di kar û barên partiya xwe de (Partiya Pêşverû ya Kurdên Suriyê) beşdar bû, Bi kurdên Swêdê re tevli çalakiyên siyasî û çandî dibû. Di meş û mîtîngên li dijî sefaretên welatên dagirkerên Kurdistanê dibû, di komcivînên KOMKAR Almanya û Enstitiya kurdi ya Parîsê dibû. Li KOMKAR-Swêdê seminer didan. Di temenê xwe yê mezin de jî bi hêvî û evîndarîyeke xurt ji bo gelê xwe dixebitî.
Di salveger 29mîn de em Seydayê Cegerxwîn bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Ew ê di çand û dîroka me de herdem bi

DENGE   AZADI

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...