Çalakîyên ahenga bîranîna 59 mîn ya damezrandina PDPkS li Istenbolê

Share Button

13394052_926369217471508_5229481157041833376_n

Çalakîyên ahenga bîranîna 59mîn ya damezrandina Partîya Demuqratê Pêşverû ya kurd li Sûrî. Ya ku rêxistina Pêşverû pê rabûye li Istenbolê di roja 5/6/2016 de.
• Destpêka ahengê bi xêrhatina mîvanan dest pêkir, û xulekek rawestandin li ser giyanên pakrewanên kurdistanê û sirûda Ey Reqîb, ji alîyê pêşkêşkerên ahengê ve, Dilbirîn Osê û Rûken Osê. Û xuyakirina giringiya rêjê, ku 14/6/1957 çi rojeke taybete di jiyana xebata gelê kurd de, bi damezrandina Partiya Demuqrata Pêşverû ya kurd li sûrî .. li ser destên çend rewşen bîr û xebatkaran: Berêzan, Osman Sebrî, Hemze niwêran, Hemîd Derwêş, Reşîd Hemo, şewket Henan, Xelîl Mihemed, Mihemed Elî xoce.
• Di pişt re, gotina rêxistinên Pêşverû li Turkî û Istenbolê ji Alîyê heval Ehmed Qasim ve hate pêşkêkirin û xwedin.. di gotinê de, bal kişande ser kirîzên di herêma rojhilat de bi tevayî, û Sûrî bi şêwakî taybet, her weha li ser kêşe û piroblêmin kurdî û ne yekrêziya kurdan, û desthilatdariya PYD li ser herêmin Kurdistana Sûrî bi zora çek aşkere kir, û riya çareserî çîye, tekez li ser wê kir.
• Di dû re, gotina komîta navendî yê Pêşverû, ji alîyê hevala Xlîde Silêman de hate xwendin, û ewjî li gora xwe li ser eynî mijaran rawestî.
• Ebdil Hekîm Beşar, endamê desteya siyasî ya hemahengîya rikberîya sûrî, her weha endamê polîtbiroya PDK-S, gotina hemahengîyê pêşkêş kir, û bal kişande ser rola mamuste Hemîd Derwêş sikretêrê Pêşverû di pêvejoya xebata netewî û niştîmanî de, û dîsa, tekez kir rola partîya pêşverû di xebata netewî û kurdistanî de, ku sikretêr bi partîya xwe ve bûne sinbola xebata siyasî bi istiratîcîyeke vekirî, û dîtinin kûr û dûr û berfireh.. her weha tekez kir, ku tevgera me pêwistîya xweya giring heye bi partîya Pêşverû û rola wî ya sereke bi seroketîya Hemîd Derwêş. û dîsa tekez kir ku ew kêşeyên di nav Pêşverû û ENKS de wê di demeke nêzik de nemînin.
• Osman Milo, serokê şaxê ENKS ya nûnertiya Tirkî û Istenbolê dikê, gotina ENKS pêşkêş kir û xwend. Di naverokê de, ewîjî tekez li ser rola Pêşverû û mamuste Hemîd Derwêş kir, ku çiqwas tevger, û nemaze ENKS pêwistî xwe heye bi rol û xebata pêşverû di warê netewî û niştîmanî de. Loma ewîjî tekez kir li ser kêşeyên di nav Pêşverû û ENKS de, û hêvîya çareserî xwest.
* Mehmet Bakî Arslanargun, Endamê meclisa Partiya Maf û Azadiyan( HAK-PAR ) gotina partiya xwe wusa pêşkêş kir : Silav li heval û hogirên meyê hêja. Em salvegerandina 59 saliya Partiya Demukrata Pêşverû pîroz dikin. Di destpêkê de serokê Partiya Demukrata Pêşverû birêz Hemîd Derwêş û ji ber ko vi pirozbahiya hêja amade kiriye ji kek Ahmed Qasim re spasdarin. Heval û dostên meyê hêja, Iro mixabin li her çar hêlên Kurdistanê de kuştin xwinxari û wehşîyet heye, dijmin ji ber ko zêdene bi fendek nexweş me kurdan bê maf hîştin, nehîştin ko em çavê xwe vekin. Bi awekî jî nehîştin wekhevî da nava hêzin kurdan de were pêkanîn. Li ser navê HAK-PAR ê ji tev hêzên Kurdistanîyan re bang didim û dibêjim werin em dest bidin hev, xwe ji vî bindestîyê xelaskin, ji ber ko em kar û xebatê rasttir jî pêk bînin û ji bo wekhevîya me bibe mînak her daîm, em amadene. Bi hêvîya azadî û serfîrazî 59 saliya Partiya Demukrata Pêşverû pîroz dikim. Silav û rêz .
*Behcet Ebozdemir, Endamê komîta navendî, gotina PSK, partiya Sosyelîstê Kurdistanê pêşkêş kir, wek pîrozbahîya 59 salemîna partîya pêşverû, û tekez li ser pêwendîyên dîrokî di nava PSK û pêşverû de kir. Her weha pîrozbahîya xebata pêşverû bi seroketiya mamuste Ebdil Hemîd Derwêş kir, hêvîya serketinê ji kar û xebata partîyê re xwes, li gel, gîhandina silavê berêz Mesud Tek sekretêrê PSK ji bo heval û layengirên Pêşverû re.
*Newzet yeşil Ekdan, ber pirsê şaxa PDK bakur ya Istenbolê, ji alî xwe de nameya partîya xwe pêşkêşkir û xwend, wekî nakeyeke pîrozbahî, û tekez kir li ser rewşa herêmê bi tevayî, û rola pêşverû di nava pêvejoya siyaseta netewî û Kurdistanî de, nemaze, rola mamuste Hemîd Derwêş, li gel gîhandina silavên berêz Sertac Bucaq sekretêrê PDK bakur, û hêvîya wî di serketina xebata partîya pêşverû de heye, û bi omîde ku partîya pêşverû berhemin dirokî bi xwere tînê.
*Hevala Emîne silo, gotina rêxistina jinan xwend, û tekez kir li ser rola jinê di nava partîya Pêşverû de, her weha pîrozbahîya jinên pêşverû gîhande heval û layengir û gelê kurd ji bo serketinê di pêşerojê de.
*Heval Îbrahîm Ehmed gotina ciwanên pêşverû xwend û tekez kir ser rola ciwanan û çalakiyên wan, her weha daye xuyakirin ku ciwan ew pêşerojên gelan vedibjêrin û rîya serketinê dişopînin.. pêşverû ew giringîya ji mêjeya xebatê de tekez li ser kirîye, loma partîya pêşverû bi gêncên xwe bi hêze.
*Aheng bi dawî hat bi beşdarbûna çend hûnermendin Pêşverû: Muhemed osê, Lezgîn maimo, Mêdya Osê, Mezlûm Mehmûd.. li gel koma Pêşverû ya hûnerî bi pêşkêşkirina çend nifşên govend û dîlanên filiklorî bi deng û rengên mozîk û stiranan re… Bi Amadebûna sedan heval û dost û nûnerên partî û rêxistinên kurdî.. û gihîştina dehan biroskên pîrozbahî ji hindir û dervayî welat de.
Bijî 59 saliya Partîya Demuqrata Pêşverû ya kurd li sûrî.
Bijî kurd… Bijî Kurdistan.
Ofîsa raghandinê ya rêxistina Pêşverû li Istenbolê.

6/6/2016

13331076_926369340804829_8625314827426815944_n

13407003_926370290804734_4783178049791341952_n

13406788_926369694138127_615763576017241309_n

13330952_926370724138024_3184659184500614557_n

13335812_926370447471385_2589304722678918820_n

13344768_926370590804704_5637710786597884760_n

13346587_926371450804618_7484904618620831960_n

13333016_926372207471209_5446165713353479563_n

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...