Nivîsgeha rêzanî ya partiya yekîtî niştimanî kurdistan,
hemû endam û heval û dost û layingerên partiya we ya bira,
malbata Xwedê jê xweş xebatkar mam Celal.
bi dilekî xemgîn me roja sêşembê 03.10.2017 a, koça dawî ya xebatkar, rêzanvan, rewşenbîr, pêşmerge, lehengê rojên zahmet û zor, ew Kurdê li ser hemû astê cihanê navdar bû, serûkê partiya yekîtî niştimanîkurdistan û serûkê komara iraqê Mam Celalê Talabanî li Elmanyayê bihîst.
Mam Celal dîroka Kurdistan û pirsa miletê Kurd bi xebata xwe ya bê hempa dewlemendtir kir.
Temenê xwe hemû di ber pirsa Kurd û aştiyê de terxan kiribû.
Rola wî di hemû bûyer û serpêhatî û kêşeyên rêzanî de li ser astê rojhilata navîn û cîhanê hebû.
Ev koça bê xatirxwestin ya Mam Celal ji pirsa miletê Kurd û rojhilata navîn û hemû cîhanê re ziyaneke pir mezin e, ji ber ku pêdiviya me hemûyan di van rojên dijwar de bi xebat û nerîn û rêzanvaniya mam Celal hebû û heye.
Di pêvajoya xebata xwe de Mam celal li gel hemû partî û rêxistin û dezgehên civakî û navdewletî kar dikir, em jî di partiya dîmoqrata pêşverû ya kurd de li Sûriyeyê peywendiyên me yên taybet û bi salan bi wî û partiya yekîtî niştimanî kurdistanî re hebû û hîn jî berdewam e, û hêvîdar in, ku ev peywendiyên me di paşerojê de xurtir û bi hêztir bibin.
Xwedayê mezin giyanê pak û paqij yên Mam Celal bi dilovaniya xwe şad bike, sersaxî bo hemû heval û malbata wî û gelê Kurd.
Rêxistina Elmanya
Partiya dîmoqrata pêşverû ya kurd li Sûriyeyê
03.10.2017