Birûskek sersaxiyê ji Rêxistina Efrînê ya Pêşverû bi koçkerna Qedrî Reşîd Hemo

Share Button

15055680_1211497522272575_5274513283571363380_n
Birûskek sersaxiyê
Dost û hevalên hêja
Birayên berêz gundiyên gundê Hopka û herêma Kurdaxê bi seranser
Di roja pênşemê 17/11/2016an de û bi dilekî xemgîn me koça dawî yê hevalê hêja û peybilind mamoste Qedirî Can Reşîd Hemo bihîst.
Mamoste Qedirî yek ji wan xebatkarên Ku nehejiya , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe di kar û xebata partîzanî de berdewam bû, û ji çûkaniya xwe de bi bavê xwe re êş û azariya miletê xwe hilgirt û bi nêrînek kurdayetî xebata xwe dikir û tevî ku ji karê rêxistinî rawestî û bi dûrket, Lê ma piştgir ji hevalên xwe re û ma pabend bi rêbaza Partiya xwe heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Nefs biçûk bû bi heval û dost û miletê xwe re.
Hêvî û daxwaza wî ew bû Ku rewşenbîrên me bi tevahî bi rola xwe rabin û herî zêde nifşên nûhatî derbas nav tevgera rêzaniya kurdî bibin û berevaniya doza xwe ya netewî bikin.
Mirina kak Qedirî ne tenê zirara malbata wî û Partiya Pêşverû bû, Lê belê zirara bû ji tevgera kurd û hemî dost û heval û mirovên wî re.
Bi helkefta vê bûyera xembar em berê xwe didin malbata hevalê Hecî ( Mamoste Reşîd Hemo ) bi tevahî û malbata kak Qedirî bi taybetî xwişka me ya dilovan Şêrîn hevjîna mamoste Qedirî.
Hersê kurên wî Reşîd, Siyahnûş, Leheng
Bila serê we hemiyan xweş be
Bila serê heval û dost û hezkiriyên wî û tevahî miletê kurd xweş be..
Jîn û jiyan ji were
Hezar silav li giyanê mamoste Qedirî
Efrîn 18/11/2016
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...