Birûskek pîrozbahiyê ji bo rêxistina almaniya ya YNK

Share Button

gg

Birûskek pîrozbahiyê

Di 05.06.2016 li bajarê Hanover rêxistina almaniya ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Ahngek dar xist bi helkefta 41 saliya damezrandina wê , hevalên rêxistina Pêşverû li Almaniya Mustefa Tewfîq , Hemîd Tirko û Mehmûd Hac Derwîş tevlî ahinga wan bûn ev birûska han Mustefa xwend , evjî deqê wêye :

Birêz serûkê tekoşer mam Celalê Talabanî,
birêzan endam û hevalên partiya yekîtî niştimanî Kurdistan,
bi helkeftina çil û yek saliya damezirandina partiya we ya bira, em we û hemû endam û heval û alîgirên partiya we pîroz dikin, helbet, vejandina vê bîranînê, vejandina dîroka miletekî ye, çil û yek sal ji xebat û berxwedana we nîşana viyan û serfiraziya miletê Kurd e, partiya ku bi hezaran ji kadir û zana û pêşmergeyên xwe kiriye qurbana xaka Kurdistanê, tekez ew partî xwedî bingeheke cemawerî ye û bi hêz e.
Partiya yekîtî niştimanî Kurdistan, ne tenê li Kurdistanê û Iraqê bi nav û deng e, lê belê, ew li rojhilata navîn û li hemû cîhanê jî bi rêzanî û disîplîn û hêza xwe naskirî ye,
Cihê şehnaziyeke mezine, dema hinek berpirs li Ewropa û Emerîkayê dibêjin:“Em dixwazin ji pisporî û ezmûneyên mam Celal û yekîtî niştimanî Kurdistan sûdeyê bigrin„.
Belê, em di partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd de li Sûriyê bawerin, ku ev partiya xwedî ezmûn îro jî bi hevkariya hemû hêz û rêxistinên li Kurdistanê dikare ji kêşe û qeyranên ku niha li Kurdistan û Iraqê hene çareseriyên guncaw ji wan re bibîne, di vir de em dibînin ku bi hêzkirina peywendiyan di nav hêzên Kurdistanî de û bi taybet di nav herdû partiyên me de wê encameke baş ji miletê me re bi xwe re bîne, ji ber ku bandora van têkiliyên dîrokî di nav birêz Mam Celal û sekretêrê partiya me mamoste Hemîdê Derwêş de roleke erênî di kêşeyên Kurdistan de leyîst, ji lewra em bihêvîne ku têkiliyên di nav herdû partiyên me de hene berdewam bikin, ta ku em pevre karibin ji hemû kêşeyan re çareseriyan bibînin, û miletê Kurd ji gefên dijmin û tundrewan biparêzin û serkeftinên mezin ji mafên me yên netewî re bi dest bixin.

Serkeftin bo pirsa gelê me yê Kurd.
Careke din bîranîna çil û yek saliya damezirandina partiya we ya xebatkar pîroz be.

Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyê

Hannover, Elmanya
05.06.2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...