Birûskek pîrozbahiyê
Mamoste Hemîdê Derwêş sekretêrê partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê,
endamên xebatkar yên desteya rêzanî û navendî,
endam û hevalên karger di hemû rêxistinên partiyê de,
bi helkeftina şêst saliya damezirandina partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, ez vê bîranînê li we û li pakrewanan û li hemû xebatkarên vê partiya kevnare û li miletê Kurd pîroz dikim.
Hevîdarim, ku ev xebata we ya bêwestan di sedsala bîst û yekê de jî, bi şêweyekî nûjen û ligor vê dema me bi hêztir bibe, bêguman hûn dikaribin sînorên qedexekirinê li ser hemû asteyan di danûsitandinên rêzanî de derbas bikin, nexasim ku di berjewendiya me ya kurdî û niştimanî sûrî de be.
Ez bawer im, ev partiya ku xwedî ezmûna dûr û dirêj e di karê rêzanî û berxwedanê de, wê karibe di pêşerojê de roleke sereke di guhertinên nû de li Sûriyeyê û Kurdistanê bileyîze, ji ber ku dizane dergehê çareserkirina kêşeyan bi kîjan kilîtan tête vekirin.
Silav li giyanê hemû damezerên partiyê yên pêşî û li xebatkarên wê yên dilsoz.
Serkeftin û berxwedarî ji xebata we re, serfirazî ji pirsa me ya kurdî re, û dilovanî ji pakrewanên me re.
Birayê we
Bawerê Omerî
07.06.2017
Bawere-Omeri@hotmail.com