Birûskek pîrozbahiyê bi helkefta bîranîna (48) saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Birayê hêja (Bafil Talebanî) serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Hevalên hêja di Nivîsgeha Rêzanî de ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Silaveke rastgo :
Bi helkefta bîranîna Çil û Heşt saliya damezrandina partiya we ya xebatkar (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) em kêfxweşin ku bi navê Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî ya partiya me (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) û bi navê hemû heval û alîgirên partiyê germtirîn pîrozbahiyan arasteyî we dikin û di rêya we re em pîrozbahiya malbatên pakrewan , pêşmerge û hemû xebatkarên partiya we ya bira dikin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi rêbertiya serokê nemir (Mam Celal) piştî salekê ji damezrandina xwe şoreşa kurdî ya nûjen li Kurdistana Iraqê ragihand û birêxist û wê şoreşê dawî li rêjîma dîktator a Sedam Husên anî..
Bi vê babeta pîroz em tekez dikin bi wan peywendiyên dîrokî yên di navber herdu partiyên bira de (Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) , ew peywendî bi rehên xwe yên dîrokî dighê hevdîtina yekem di navber (Mam Celal û kak Hemîd) de li Şamê di sala (1955an) de , û heya bi roja îro em bi wan peywendiyan şanaz û serberzin , û em bi wê hêviyê ne ku em wan peywendiyan kûrtir û xurtir bikin ji bo xizmeta gelê me û xebata wî ji bo rûmet û azadiyê.
Em pêşketin û serkeftinê ji xebata partiya we ya bira re dixwazin li ser rêbaza rêber (Mam Celal).
Qamişlo / 30 / 6 / 2023 Z – 2635 K
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê