Heval Hemîd Derwêş, Sekertêrê giştî yê Partîya ( Pêşverû ) Hevalên serkirde yên partîya (Pêşverû) û hevalbendên Partîyê Hevalên rêxistina Pêşverû li Tirbe Sipîyê Malbata Hevalê xwedê bi rihma xwe şa kirî hêja Sebrî Sifûk . Sebrî Sifûk (Bavê Behzad) çûye ber dilovanî ya xwedê û koça dawî kir. li Tirbe sipîyê. Bi dilgiranî me ev bûyer bihîst û jana xemgînîye xwe li dilê me pêçand. Hevalê me yê hêja û giran û buha ku temenê xwe bi temamî di xebata kurdewarî de derbas kir, hevalekî diltenik û dilovan û wefadar, ku di dilê heval û dost û cîwarên xwe de cîyê hezkirinê girtibû û bibû sembola tekoşerên tevgera kurd li Sûrî. Ewî cîyê xwe di nav partîya ( pêşverû ) de girtibû ji bîtirî 50 salî de heta vê rojê ku ji nav hevalê xwe barkiri berî daye koça dawî di jiyana xweyî dagirtî ji xebat û beravanî ji bo mafê netewî ya gelê kurd li sûrî û piştgêrîya xwe ji bo perçên dinî kurdistanê aşkerebû. Hevalê Sebrî çend rêz nivîsandin mafê wî temam nadêkî, belkî pirtûk li ser xebat û jiyana wî tên dagirtin.. her û her wê di dilê heval û dost û hezkirên xwe de bimînê wekî sembola dilsozî û tekoşerî. Sersaxî ji bo hevalên Pêşverû û dost û malbata wî Hêvîya me ji yezdanê dilovan wî bi dilovanîya xwe bipêçe û cîyê wî Fîrdewsa jorîn be. Em bi xembarî xwe bi xwedê hildpesêrin.
Ehmed Qasim Berpirsê rêxistinên ( Pêşverû ) li Tirkî yê. 15/8/2017