biruska mamosita Hemîd Derêwş ji bo gongir heqpar

Share Button

13054397_902625219845908_2014678648_o

Birayê hêja û têkoşer Necatî Bayram, cîgirê sikretêrê giştî ya partîya maf û azadî yê
Endamên komîta navendî ya HAK – PARê
Amadeyên berêz ya kongira giştî
Ez bi navê xwe û her hevalekî partîya xwe silavin biratî û kurdewarî ya germ ji bo we bi rêdikim. Hêvîdarim hûn wekî ku ez we nas dikim, bi mêranî û zanyarî kongira xwe bi serxînin, bi biryarin dîrokî, ewên ku xizmeta gelê me bikin.
Min dixwest ez li kongira we amade bibim, lê ev rewşa awarte nehîşt ji ber kar û barên pêwîst û giring. Lê hevalên me yên rêxistina partîya me ya Istenbolê kanin nûnertîya partîya me bikin, û kongira we dewlemend bikin. Ji ber bi serketina kongira wera emjî bi hêz dibin.
Hevalno.. xwişk û birayên hêja:
Bila rewşa gelê we di bîra weda be ku di zehmetîyeke gelekî dijware re derbas dibê, û tirsa min ji wêye, ku ev derfetê dîrokî em ji destê xwe berdin ji ber gelek kêmasîyan, di pêşîyê de perçebûna tevgera kurdî û nelihevkirina partîyên me li ser tiştên pûç. Hêvîdarim biryarin we di xizmeta yekbûna tevgerêkevê di va qonaxê hestiyar û nazîk de. Zanibin çavê gelê me li biryarin dîrokî û pêkanene.
Birayê weyî dilsoz:
Ebdil Hemîd Derwêş
Sekretêrê gîştî yê partîyê demurat ya pêşverû yê kurd li sûrî.
Silêmanî: 23/4/2016.

13078346_902611259847304_1732509459_o

13073200_902626086512488_1651445543_o

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...