أخبار عاجلة

Bîranîna Serhildana 12ê Adarê

Share Button

Îro li hola Pêşawa ya Hewlêrê, ji aliyê Desteya Bilind a Kurd-DBK merasîmek ji bo bîranîna Serhildana 12ê Adarê hate lidarxistin.

Dengê Azad/Hewlêr 

Merasîma ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hatibû lidarxistin, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Cîgirê Serokê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Bayram Bozyel, Nunerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, Nunerê Komala Zehmetkêşên Şoreşgerên Îranê-KOMALA Necmen Gûlperwer, Berpirsê Pêwendiyên Niştîmanî a YNKê Azad Cole, Sînemxan Bedirxan û nunerên partiyên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.

Merasîm rêzgirtin bo yadî hemû şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, peyama Desteya Bilind a Kurd ji aliyê Mihemed Mehmûd ve hate xwendin. Di peyamê de hate diyar kirin ku 12ê Adar a sala 2004 destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Di merasîmê de herwisa peyamên partiyên siyasî yê Kurdistanî jî hate xwendin.

Peyama Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK weha ye;

Ji Bona Desteya Bilind a Kurd li Suriyê

Birayên hêja,

Silavên germ û birayîne.

9 sal berê niha, rejîma diktator û xwinxwara BAAS li bajarê qehreman û gernas Qamişloyê da xwina xortên me rijand. Hêzên ewlekariya rejîm û nokerên wan bi hovana êrişê ser gel kirin, li ser wan da gule barandin. Di encama êrîşên hanê da bi sedan Kurd hatin kuştin û birîndar bûn, bi sedan Kurd jî hatin girtin, ji kar û dibistanên xwe durketin. Bi vî awayî rûpelek din ya reş di dîroka rejima BAAS a Surî zêde bû.

Hevalên hêja,

Her usa 9 sal berê niha, gelê Kurd bi yekdengî û yekhalwestî li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Rojava û paytexta Suriyê Şamê da, dijî êrîş û zilm û zordariya rejîma xwinmija BAAS serî hilda, bi mêranî berxwe da û bi vî awayî carekî dinê nişan da, ku bindestiyê qebul nake, ti caran beramber zilma netewî serê xwe nizm nake û di vê rê da baştirin kurên xwe dike cangori.

Hevalên dilovan û berketî,

Her weki hun ji dizanin baştirin diyarî ji bona şehidan, domandina riya wan e. Îro ji hemu deman li ser we û me farz e, ku rêya şehidên Qamişloyê da herin, bi yekdengî dijî dagirkeran xebat bikin, ji bona parastina deskevtiyên xwe hevkarî û yêkitiya xwe xurttir bikin.

Ez bi navê hemu endam û alîkarên xwe va careki dinê li ber huzura Şehidên Qamişloyê sere xwe diçeminin.

Ruhê wan şad, ciyê wan behîşt û rêka wan berdewam be.

13 Adar 2013 – Mesûd Tek – Sekreterê Giştî yê PSK

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

مصطفى دهقان: مخطوط كردي سرياني في بغداد (( عرض مخطوط عن قواعد اللغة الكردية الگرشوني من بغداد )).

عرض مخطوط عن قواعد اللغة الكردية الگرشوني من بغداد مصطفى دهقان الترجمة عن الانجليزية: غياث حسين ...