Di 03.05.2017 a de partiya sosyalista Kurdistanê bi
amadebûna sekretêrê wê yê giştî birêz Mesûd Tek, koça
dawî ya hevalê xwe yê xebatkar û tekoşer Remezan
Adigüzel (Elî Xoce), yê ku bi destê çeteyên rejîma Tirk
hatbû pakrewnkirin li bajarê Bremen yê elmanî bi
bîranîn, di vê bîranînê de gelek ji rêxistin û partiyên Kurd
û kurdistanî amade bibûn, bi navê rêxistina partiya
dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, endamê desteya
birêvebir heval Hemîdê Elî birûska rêxitina me di wê
bîranînê de xwend, ev jî metina wê ye:
Birûska rêxistina Elmaniya ya partiya dîmoqrata
pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê
Birêz Mesûd Tek sekretêrê Partiya sosyalîsta
Kurdistanê,
serkirde û endamên hêja,
îroj em pev re pakrewaniya hevalê we yê dilsoz Xwedê
jê xweş Elî Xoce ya ku 30 sal di sere derbas bûye, bi bîr
tînin.
Ev helkeftina ku paritya we hevalekî xwe têde bi bîr tîne,
nîşana dilsoziya endamên partiya we ya bira ye.
Miletê Kurd ji bo rizgarîkirina welatê xwe û bidestxistina
mafên xwe bi sed hezaran pakrewan ji vê dozê re
pêşkêş kiriye, helbet, ev ziyana mezin ku dighêje miletê
me, wê ne bê encam be û wê ev xwîna pîroz badîlhewa
neçe.
Her dema ku dijmin sitemkariyê li gelê me dike, li
hember wê berxwedan û pirsa me jî li Kurdistanê û
cîhanê bêtir deng dide, herweha cangoriyên doza me û
di nav wan de jî Xwedê jê xweş Elî Xoce dibin nîşana vê
berxwedanê.
Serkeftin bo pirsa Kurd.
Sersaxî ji malbata pakrewan Elî Xoce û ji hemû hevalên
partiya we ya bira re.
xistina Elmaniya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya
Kurd li Sûriyeyê
Bremen, Elmanya
03.05.2017