Di 7ê Îlonê a 2014an de, hinek partiyên siyasî, rewşenbîr, ronakbîr û kesayetiyên serbixwe ên Kurd, ji bo afirandina helwesteke hevbeş li ser pêvajoya serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê (Kurdistana Iraqê), li Almanya li hev civiyan û di encama civînê de ev bang hat pejirandin:
Ev bûye demek, ku Serokatiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê li jêr pêşangiya Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî da mijara serxwebûna Kurdistanê kiriye rojevê. Em wek beşdarên vê civînê vê pêşniyarê di cî de dibînin û pişgiriyê lê dikin. Çarenûsa Kurd mafek rewa ye wek mafê her miletekî.
Em ji hemû sazî û dezgehên rêvebir ên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku hemû hewildanên xwe bikin da ku pêşmerge weke dezgeheke netewî a Kurdistanî bê rêkûpêk kirin.
Di 2ê Tîrmehê a 2014an de Herêma Kurdistanê kete bin êrîşên DAIŞa (Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê) terorîst û tundrew. Di vê êrîşê de bi taybet Kurdên Êzîdî bi hezaran bûne armanca wan mirovên hov. Em wan êrîşan weke komkujî (genocide) dibînin û her wesa bi tundî şermezar dikin. Em bang li raya giştî a navnetewî û Îslamî dikin, ku ew jî komkujiya Şingalê weke jenosîd (genocide) binav bikin. Her wesa em ji Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku rewşa ewlekarî, îdarî û aborî ya devera Şingalê bi cidî ber çavan bigre.
Em ji hemû dewletan, bi taybetî dewletên endamê EU û USA daxwaz dikin, ku bi rengekî rastaxwe piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.
Ji bo Rojavayê Kurdistanê; em piştevaniyê didin Peymana Hewlêrê a ku di bin serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê û di navbera herdu encûmenên Kurdî de hatî ragihandin. Her wesa em piştevaniyê didin yekrêziya tevgera siyasî a Kurdên Rojava.
Yekîtiya Kurdan îro ji her demî pêwîstir e. Ji bo wê jî em daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dikin, ku bi şêwazeke aştiyane û biratî nêzîkî hev bibin.
08.09.2014
Selman Dilovan, Muhammed Kaya, Nusreddin Etdöğer, Metin Aslan, Doğan Kılıç, Nurettin Çoşkun, Lezgin Aydoğmuş, Ahmet Akbaş, Dr. İbrahim Mahmood, Dr. Husên Habeş, Eskerê Boyik, Yılmaz Çamlıbel, Yasin Kut, Deniz Çelik, Muhsin Baş, İrfan Kaya, Seyidxan Kurij, Miro Dersimi, Bekir Topgider, Selahattin Kurt, Nazım Tursun, M. Ali Seyrek, Resul Adıgüzel, Hasan Etdoğer, Aydın Sütçü, İsmail Arslan, Turan Zengin, Mehmet Özdemir, Şexo Kartal, Cahit Kaplan, Gazi Paydaş, Bekir Üçken, Mesud Tek, Engin Kaygalak, Murat Dağdelen, Mustafa Birden, Brusk Necar, Şeref Akgül, Mehmet Behzatoğlu, Aziz Dedeoğlu, Muhsin Erkıran, Ali Kaya, Şahin Çetin, Düzgün Kaplan, Belgin Atamer Karakaş, Zerrin Tek, Sedat Karakaş, Tahsin Demirsoy, Gül Dağdelen, Roni Alasor, Nuh Ateş, Janroj Keleş, Sirac Kırıcı, Üzeyir Avcı, Ferhad Miro, Rıza Güner…………………