Raghandin:
Beşdarbûna rêxistina Istenbolê ya partîya demuqratê pêşverû yê kurd li sûrî di damezrandina şaxê Istenbolê ya partîya sosyalîsta kurdistan PSK de. Her weha, gotina heval Ehmed Qasim berpirsê rêxistinên PDPKs li Tirkiyê bala amadebûyan kişande ser helwesta pêşverû li beramberî tevayî bûyerên li herêmê, û bi şêwakî taybet li kurdistana Sûrê û Kurdistana tirkiyê.. û tekez kir li ser pêwendiyên dîrokî di navbera herdû partiyan de( PDPK û PSK ) ku temenê vê pêwendîyê bîtirî 40 salîye, her weha berdewame li ser bingeha nêzîkbûna nêrîn û helwestên herdû partiyan sebaret bo tevgera kurd û kurdistanê û xebat û têkoşîna netewî û niştîmanî. Dîsa tekez kir li ser pêwistiya doza kurdî bi yekrêziya tevgera kurdistanê, lomajî, konfiransa hevdîtina pêkhateyên ( CIZÎRÊ ) ya kurdistana sûrî bi bangewazîya Pêşverû û rêxistina Asûrî li darket, û mixabînîya xwe li ser amadenebûna ( TEV-DEM û ENKS ) jî nîşan da…
———————–
Ofîsa raghandina rêxistina ( PÊŞVERÛ ) li Istenbolê.
6/11/2016